Cenazeyê Orhan Tûnç ê ku li Cizîrê hat qetilkirin hat girtin
Cenazeyê Orhan Tûnç ê li navçeya Cizîra Şirnexê di jêrzemîna hovîtiyê de hat qetilkirin, ji aliyê malbatê ve hat girtin.
Cenazeyê Orhan Tûnç ê li navçeya Cizîra Şirnexê di jêrzemîna hovîtiyê de hat qetilkirin, ji aliyê malbatê ve hat girtin.
Cenazeyê Orhan Tûnç ê li navçeya Cizîra Şirnexê di jêrzemîna hovîtiyê de hat qetilkirin û piştî testa DNA ya li saziya tiba edlî ya demkî ku li Deriyê Sînorê Xabûr ê Silopiyayê hatiye avakirin, bi hinceta “kêmahiya personelan” nedan, ji aliyê malbatê ve hat girtin.
Cenazeyê Orhan Tûnç ê ku di jêrzemîna wehşetê ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat qetilkirin û rakiribûn Saziya Tiba Edlî ya li Deriyê Sînorê Xabûr a demkî hatibû avakirin, piştî testa DNA’yê ji aliyê xizman hat girtin. Malbata Tûnç û parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez tevî hemû hewldanan jî dozger bi hinceta ‘personel nîne’ cenaze neda. Piştî ku malbat û parlamentera HDP’ê Îrmez ji pêşiya ATK’ê veqetiyan, dozger bi telefonê li Îrmez geriya, got pirsgirêka personelan hat çareserkirin, dikarin cenazeyê Tûnç bigirin.
Cenazeyê Orhan Tûnç û birayê wî Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç wê sibehê li goristana Nalaro ya li Taxa Bahçelîevlera Şirnexê bê definkirin.