Cenazeyê girtiyê siyasî Abdulvahit Kiliç ku hate îdîakirin li Girtîgeha Tîpa M a Mîdyatê xwe kuştiye, duh li Goristana Karazê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Girsê bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin" qêriyan.
Girtiyê bi navê Abdulvahît Kiliç ê ku bi armanca şermezarkirina Tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qirika xwe birî û hewildana xwekuştinê kir, şevê din li Girtîgeha Midyadê cara duyemîn hewildana xwe kuşt. Kiliç (43) ê ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dima di 19'ê hezîranê de bi armanca şermezarkirina Tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qirika xwe birî û hewildana întîxarê kir şevê din li Girtîgeha Midyadê ya ku sirgûnî lêhate kirin cara duyemîn hewildana întîxarê kir û jiyana xwe ji dest da. Kiliç rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê û li ser hemû mudaxeleyan nehate xelaskirin. Malbatê cenazeyê Kiliç ji bo otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Cenazeyê Kiliç piştî rapora otopsiyê birin navçeya Karazê ya Amedê.
Xizmên Kiliç anîn ziman ku rayedarên girtîgehê jiwan re gotiye "întîxar kiriye û diyar kirine ku cara duyemîn qirika xwe jê kiriye. Lê balkêş e tenê şopa xêzek jêkirinê hebû. Malbatê da zanîn ku şopa kêlê dirûtinê tune bû û ev yek wan dixe nava fikaran. Malbate piştî cenazeyê Kiliç ji morgê wergirtin li gel Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan, Reveberên BDP'ê, rêveberên MEYA-DER, Diyar TUAD-DER, TUHAD-FED, DÎAY-DER jî di navde bi sedan welatî li ber nexweşxaneyê kom bûn û cenaze pêşwazî kirin. Girsê pişt re cenaze bi konvoyekê birin Navçeya Karazê.
Karwanê cenazeyê Kiliç li ber Mizgefta Mezin a Karazê ji aliyê sedan welatî ve bi dirûşmeya "Şehît namirin", "Bijî serok Apo", "Kurdistan dê ji faşizmê re bibe goristan" hat pêşwazîkirin. Kiliç piştî li Mizgefta Mezin hate şuştin darbesta wî bi rengê kesk, sor û zer hate pêşan. Bi hezaran kesên li ber mizgeftê kom bûn darbesta Kiliç danîn ser mile xwe û heta goristana Karazê meşiyan. Girsê pişti Kiliç defin kirin bê navber dirûşmeya "Şehîd namirin" berz kirin.
Di merasimê de Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, anî ziman ku Kiliç şehîde demokrasiyê ye wiha got: "Em bang li her kesî dikin ku li kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest didin xwedi derkevin. Kiliç ji bo tecrîda li ser Brêz Ocalan şermezar bike ev çalakî pêk anî. Em dê têkoşîna wî bidomînin."
Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî ji malbata Kiliç û hemû gelê kurd sersaxî xwest. Aydogan, anî ziman ku tu hêzên navneteweyî nikarin tekoşîna gelê kurd a azadiyê paşve bixe. Aydogan, da zanîn ku dewleta Tirk bi salan e li girtîgehan polîtîkayên îmhayê dimeşîne û wiha got: "Em bang li Serokwezîr û hikûmetê dikin. Em her roj cenazeyên gerîlla û leşker pêşwazî dikin. Her roj mirovên kurd tên girtin. Hemû dibin qurbana polîtîkayên AKP'ê."
Sersaxiya Kiliç dê 3 rojan bê qebûlkirin.