Cenazeyê kesê ku tê îdîakirin gêrîlaye li Sêrtê hate definkirin

Cenazeyê kesê ku tê îdîakirin gêrîlaye li Sêrtê hate definkirin

Cenazeyê kesê tê îdîakirin ku gêrîlayê HPG'ê ye û di 7'ê gulanê de li gundê Eskîeruhê yê navçeya Dihê ya Sêrtê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê hate definkirin.

Dozgeriya Komarê ya Sêrtê ji bo cenazeyê kesê ku di pevçûna di 7'ê gulanê de li gundê Eskîeruhê yê navçeya Dihê ya Sêrtê jiyana xweji dest û tê îdîakirin ku gêrîlaye bê definkirin ji Şaredariya Sêrtê re nivîs nivîsand. Di nivîsa dozgeriyê de hate diyarkirin ku, di pevçûnê de gêrîlayekî jiyana xwe ji dest da û otopsiya wî hate kirin, her wiha xwest ku bê definkirin. Piştî nivîs gihişte şaredariyê, rayedarên şaredariyê çûn Morga Nexweşxaneya Dewletê û cenaze girtin û birin Goristana Zevyeyê. Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Sêrtê Seracettîn Kayran û Dîlber Sevîm, Wekîlê Şaredarê Sêrtê Fehremez Kaya, nûnerên MEYA-DER; TUHAD-DER, ÎHD, NÇM, Dayîkên Aştiyê û gelek welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê tê îdîakirin ku HPG'iye hate definkirin.

'BILA NE JI HERÊMÊ NE JÎ JI ROJAVAYÊ RE CENAZE BÊN'

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Sêrtê Seracettîn Kayran, diyar kir ku Rojhilata Navîn, navenda şaristanî û zanistiyê ye lê gelên Rojhilata Navîn rastî bêhiqûqiyan tên. Kayran, anî ziman ku gelê kurd naxwez ji rojava û herêmê re tu cenaze bên û wiha got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê der serî de hikûmet û muhatab dest bi hewildanan bikin. Tu pirsgirêkên gelê kurd bi gelên din re tuneye. Em ji tu kesên din re nefretê nakin û em têkoşîna aştiyê û jiyaneke bi rûmet didin."