Cenazeyê girtiyê siyasî yê Kurd Kasim Demîr li gundê Pîrxala yê navçeya Bazîda Agiriyê bi girseyî spartin axê.
Cenazeyê Kasim Demîr ê ku 19 sal in girtî ye û li Girtîgehên Îzmir, Mûş Amed û Bûrsayê ma û ji ber ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da li gundê Pîrxala Bazîda Agiriyê bi girseyî spartin axê. Malbatê piştî cenazeyê Demîr ji Saziya Tiba Edlî ya Îzmirê wergirt, bi balafirê anîn Ferit Melen a Wanê. Li vir ji aliyê endam û rêveberên BDP, TUYAD-DER'a Wanê, TUHAD-DER'a Bazîdê peşwazî kirin û ji vir jî bi girseyî birin Gundê Pîrxala ya Bazîdê. Cenazyê Demîr li duriyana gundê Musun ji aliyê sedan maşîne ve hate pêşwazîkirin. Girsê piştî cenaze anîn Gundê Pîrxala yê Bazîdê bi girseyî hate pêşwazîkirin.
Di merasimê de Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Şaredarê Patnosê Yusuf Yilmaz, Rêveberên BDP'ê, TUYAD-DER'a Wanê, TUHAY-DER'a Bazîdê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Cenazeyê Demîr piştî wecîbeyên olî li ser milan birin goristana gund û li vir bi girseyî defin kirin. Girsê piştî bi dirûşme û çepikan cenazeyê Demir defin kirin rêz girtin û Çerxa Şoreşê xwendin.
Di merasima cenaze de Parlamanterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, têkoşîna wan bi bîr anî û diyar kir ku dê li têkoşîna wan xwedî derkevin. Aksoy, bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û wiha got: "Mirinên li girtîgehan ji ber paşguhkirinê pêk tê. Demokratikbûna Tirkiyeyê van girtinan nabîne û paşguh dike. Herî dawî Kasim Demîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Divê êdî rayedarên dewletê guh bide qerîna girtiyên nexweş û rê li pêş girtina wan bigire."
Girseyê piştî axaftinê heta konê şînê meş pêk anî û sersaxî ji malbatê xwest.