Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yûnûs Dolanbay li Wanê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yûnûs Dolanbay ê li navçeya Colemêrg Geverê di şerê li gundê Zewkanê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yûnûs Dolanbay ê li navçeya Colemêrg Geverê di şerê li gundê Zewkanê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yûnûs Dolanbay ê li navçeya Colemêrg Geverê di şerê li gundê Zewkanê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê hat veşartin. Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan li merasîma cenaze axivî û got, "Heta li ser vê axê zilm hebe wê gelê Kurd li ber xwe bide."
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yûnûs Dolanbay ( Agir Adar ) ê li gundê Zewkanê yê navçeya Gever a Colemêrgê di şerê 25'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Yenîmahalle ya Wanê hate definkirin. Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan, rêveberên HDP û DBP'ê MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê jî di nav de gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Piştî ku cenaze hate definkirin Hevseroka MEYA-DER Nerîman Ûrar axivî û diyar kir, heta zalim li vê axê bin, ev gel, ev ciwan wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Nerîman Ûrar got, "Di hilbijartina 7 Heziranê de gelê Kurd hilbijartinek gelekî girîng pêk anî. Niha jî gelê Kurd berdelên vê hilbijartinê dide. Li ku derê dengê AKP'ê kêm bû, ew der ji aliyê AKP'ê ve hat xerakirin û ciwanên Kurd hatin qetilkirin... Wê dîrok hesabê van qetlîaman ji wan bixwaze. Gelê Kurd wê hesabê vê komkujiyê, vê talanê bipirse."
Parlamenterê HDP Lezgîn Botan jî got, "Sedema wê ne ew e ku em di hilbijartinê de ser ketine, ne sedem ew e ku em aştî dixwazin, sedem ne ew e ku em daxuyaniyan didin, mîtîngan pêk tinin. Sedem tenê tiştek e; tenê em heqê xwe dixwazin, ji ber ku em azadiya gelê xwe dixwazin. Em bi vê ser bilind in, em di vê rêyê de hem serê xwe didin, hem ked didin û hem jî li ber xwe didin ji bo ku ew zalim li ser rûyê erdê nemînin. Ev ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e, pirgirêka heq û edaletê ye. Heta ku zilm hebe gelê kurd, wê heta dawiyê li ber xwe bide."
Piştî merasîma cenaze malbatê li kolana Gullu ya taxa Xaçortê sersaxî qebûl kir.