Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Terez ber bi Îdirê ve hat şandin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îsa Terez ku tevî 7 hevalên xwe di bomberdûmana bejahiya Dersîmê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî hat girtin.

Li qada Kizilmescît a Geliyê Pîlemûriyê ya Dersîmê, ji ber bomberdûmana hewayî ya 3 Mijdarê 8 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Ji van cenazeyê Îsa Terez (Îsa Serhat) li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê ji aliyê malbatê ve ha teşxîskirin. Di dema teşxîskirinê de rêveberên MEYADER û HDP'ê jî bi malbatê re bûn.

Li morga Saziya Tipa Edlî, polîsan wêne nîşanî malbatê dan û malbatê cenaze teşxîskir. Piştre malbatê cenazeyê Terez rakir û berê xwe da gundê Yûkariçamûrlû yê navçeya Başan a Îdirê, ji bo cenaze lê veşêre.