Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ozek radestî malbatê kirin
Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Sadî Ozek (Agir Kato) ê sala 2014'an li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû piştî encama testa DNA'yê teslîmî malbatê hat kirin.
Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Sadî Ozek (Agir Kato) ê sala 2014'an li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû piştî encama testa DNA'yê teslîmî malbatê hat kirin.
Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Sadî Ozek (Agir Kato) ê sala 2014'an li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû piştî encama testa DNA'yê teslîmî malbatê hat kirin. Cenazeyê Ozek ji Goristana Asrî ya Sîlopî hat wergirtin û birin Elkê.
Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Sadî Ozek (Agir Kato) ê 28'ê Îlona 2014'an di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de li Şengalê jiyana xwe ji dest da û li Sîlopiya hatibû definkirin piştî testa DNA'yê radestî malbatê kirin. Cenazeyê Ozek li ser fermana Serdozgerê Komarê yê Silopiyayê ji aliyê peywirdarên Şaredariya Silopiya, rêveberên MEYA-DER û Malbata Ozek ji Goristana Asrî hat derxistin. Cenazeyê Ozek birin Mizgefta Mekke. Pişt re cenazeyê Ozek bi cenazeyê Şervanê YPG'ê Îsmaîl Ataman (Dilşer Ataman) ê ku li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ber bi navçeya Elkê ya Şirnexê ve hatin şandin.
Cenazeyê Ozek 9'ê Çileya 2015'an li Amedê otopsî hatibû kirin û rapora testan li hev nehatibû ji Serdozgeriya Komarê ya Sîlopê re hatibû şandin. Li ser vê yekê cenazeyê Ozek rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî. Li vir ji bo testa DNA'yê Lezgîn Ozek serî lê da û minakên xwînê ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re hatin şandin.Di vê navberê de cenazeyê Ozek li Goristana Asrî ya Silopî hat definkirin. Piştî encamên testa DNA'yê yên Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê derket holê ku cenaze ayîdî Ozek e û li ser vê yêkê malbatê ji bo cenaze bigire serlêdana wan qebûl bû.