Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ornek hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Sînan Ornek (Welat Kop) hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Sînan Ornek (Welat Kop) ê li navçeya Colemêrg Geverê di şerê 25'ê Gulanê yê li gundê Zewkanê jiyana xwe ji dest da, duh li bajarokê Rustemgedîk ê navçeya Mûş Kopê hat veşartin.

Cenazeyê Ornek, piştî ku ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin, ji Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê hat wergirtin û anîn Mûşê. Darbesta cenaze li bajarokê Karaçobanê ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Piştre bi konvoyeke ji wesayîtan anîn bajarokê Rustemgedîkê.

Li dû bicihanîna wecîbeyên olî li mizgefta bajarok, girseya gel darbesta cenazeyê Ornek hilda ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" bir goristana gund.

Cenazeyê Ornek li vir li ber dirûşmeyan hat veşartin. Malbata Ornek serdanên sersaxiyê qebûl kir.