Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kaya hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nêçirvan Kaya (Bager Gever) ê li Oremarê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Colemêrgê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nêçirvan Kaya (Bager Gever) ê li Oremarê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Colemêrgê hat veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Nêçirvan Kaya (Bager Gever) yê di 14-15'ê Gulanê de li Oremarê jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wî piştî teşxîsê ji Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê hat wergirtin û anîn Colemêrgê. 

Malbatê cenaze li Goristana Serê Solan a taxa Sumbulê bi merasimekê defin kir. Di merasîma cenaze de Wekîlê HDP'ê Abdullah Zeydan, Rêveberên MEYADER, DBP û gelek kesên din amade bûn. Di merasîmê de axaftin hatin kirin û rêz hat girtin.