Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kanar hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferhat Kanar ê li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferhat Kanar ê li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferhat Kanar (Rêncber Riha) ê li bejahiya Bazê ya Colemêrgê, di êrîşa hewayî ya 8'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Wêranşar a Rihayê hat veşartin.
Cenazeyê Kanar duh danê nîvro ji aliyê malbatê ve ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê ya girtin.
Girseya gel li pêşiya navçeyê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" cenaze pêşwazî kir û bi konvoyek ji sedan wesayîtî darbesta cenaze bir Goristana Yenî. Di merasîmê de rêveberên DBP û HDP'ê, Alîkarên Hevşaredaran û Dayikên Aştiyê jî amade bûn.
Bav Şefîk Kanar li vir peyivî û got, "Şehadeta kurê min çiqasî em êşandibe jî em dizanin, her şehadet mizgîniya aştiyê ji me re tîne." Bav Kanar got, "Ji ber ku hûn xwedî li şehîdê xwe derdikevin, ez spasiya we dikim."