Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Atan bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Fazil Atan (Botan Bahoz) ê li Çiyayê Bagokê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Fazil Atan (Botan Bahoz) ê li Çiyayê Bagokê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Fazil Atan (Botan Bahoz) ê di êrîşa hewayî ya li dijî Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 16'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dabû anîn Wanê. Cenaze li Hala Sebze ya navçeya Rêya Armûşanê bi girseyê hate pêşwazîkirin û bi konvoya ji sedan wesayîtan pêk tê anîn taxa Karşiyaka. Parlamenterên HDP'ê Lezgîn Botan, Bedîa Ozgokçe û Tuba Hezer, rêxistinên HDP û DBP'ê, rêveberên TUYAD-DER'ê jî di nav de li taxê cenaze pêşwazî kirin.
Cenazeyê Atan bi meşê ve birin Şehîdgeha Yenîmahalleyê. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Atan ê HPG'î hatin vekirin, alên PKK'ê hatin hilgirtin, dirûşmên "Şehîd namirin" "Bijî Serok Apo" "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn. Li goristanê piştî ku wecîbeyên olî hate bicihanîn cenaze hate definkirin. Piştî ku cenaze hate definkirin ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.
Hevseroka TUYAD-DER'ê Mîraman Urar di merasîmê de axivî û diyar kir ku li her derê Kurdistanê qatlîam tên kirin û got: "Şerekî bêxlaqî tê meşandin. Eger em li hemberî vê yekê bêdeng bimînin em ê gelek şehîdan bidin. Em qedera zarokên xwe teslîmê çeteyên AKP û DAIŞ'ê nekin."
Piştre bavê Atan, Arafat Atan axivî û bang li gelê Kurd û gelê Tirk kir û xwest li dijî zilmê rabin li ser piyan. Atan wiha axivî: "Bila hem Kurd hem jî Tirk li dijî zilmê rabin ser piyan. Çavên hikûmetê sor bûye. Êdî bes e ji van kirinên Erdogan re divê hemû kes rabin ser piyan."
Piştî merasîma cenaze malbatê sersaxî qebûl kir.