Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê li Geverê hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Zozan Argali ku li Dersîmê di bomberdûmana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Geverê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Zozan Argali ku li Dersîmê di bomberdûmana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Geverê hate veşartin.
Li bejahiya Pîlemûriyê ya Dersîmê roja 22’ê Cotmehê di encama bombekirina balafirên şer ên artêşa Tirk de gerîlaya YJA-Starê Zozan Agrali (Ronahî Cîlo) a ku jiyana xwe ji dest dabû, li Gever a Colemergê ji bo rêwitiya dawî hate birêkirin.
Cenazeyê Argali ji hêla malbatê ve ji Meletî, Saziya Tiba Edlî hate standin û anîn navçeyê.
Piştî ku pêdiviyên dinî hatin bicihanîn cenazeyê Argali li Goristana Bajêrgehê hate veşartin.
Di cenazeyê de li gel rêveberên navçeyê yên HDP’ê, DBP’ê, nûnerê MEYA-DER’ê û gelek kes hazir bûn.
Piştî ku cenaze hate veşartin ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayin deqeyekê rêzgirtin çêbû.
Li gel hêstirên çavan, jinan kulîlk li ser gora Agralî danîn.
Piştî duayan girse çû ser konê serxweşiyê yê ku li Taxa Esendere ji bo Agralî hatibû vedan.