Cenazeyê gerîlaya YJA Starê hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gulcan Îşnas (Zagros Gulcan) a li herêma Doskî ya navçeya Colemêrg Geverê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, li Wanê ji aliyê bi hezaran kesan ve bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gulcan Îşnas (Zagros Gulcan) a li herêma Doskî ya navçeya Colemêrg Geverê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, li Wanê ji aliyê bi hezaran kesan ve bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gulcan Îşnas (Zagros Gulcan) a li herêma Doskî ya navçeya Colemêrg Geverê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, li pêşiya bajarê Wanê bi konvoyeke ji sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin. Girseya gel piştî pêşwazîkirinê cenaze anî Meclîsa Yenî Mahalle ya Wanê. Jinan li vê derê darbesta cenazeyê Îşnas hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" birin Şehîdgeha li Yenî Mahalle. Di meşê de Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Havya, Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe, nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl, xizmên Îşnas û bi hezaran şêniyên bajêr amade bûn. Di merasîma cenaze de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlaya YJA Starê Îşnas û alên PKK'ê hatin hildan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên aştî û azadiyê Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Havya peyivî û diyar kir ku hin mirov hene di nava jiyanê de gelekî diaxivin lê tiştekî nakin, hin mirov jî hene qet neaxivin lê bi sekna xwe ya di jiyanê de gelek tiştan dikin. Hayva da xuyakirin ku li hemberî zaliman û dîktatoran mirovên ciwan û jinên Kurd berxwedaneke dîrokî nîşan didin û got, "Heta ku zilm dewam bike, ev berxwedan jî wê dewam bike."

Piştî axaftina Havya parlamenterê HDP'ê Remzî Ozgokçe peyivî û anî ziman ku Dehaqên zalim ji bo berjewendiyên xwe agir berdidin cîhanê, lê gel bi berxwedana xwe re destûrê nade vê. Ozgokçe diyar kri ku Kurd bi berxwedana xwe re rûmeta mirovahiyê diparêzin û got, "Li pêşberî ciwanên me yên di vê oxirê de canê xwe didin, bi rêzdarî em bejna xwe li ber ditewînim û soz didin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin."

Herî dawî xizmên Îşnas peyivî û anîn ziman ku Îşnas şehîda tevahiya Kurdistanê ye. Merasîma cenaze bi xwendina duayan bi dawî bû.

...