Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Abdullah Vural (Egîd Zîlan) ê ku li navçeya Qilabanê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da ji morgan Tiba Edlî ya Meletî hate wergirtin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Abdullah Vural (Egîd Zîlan) ê ku di pevçûna li navçeya Qilabanê ya Şirnexê di 22'yê hezîranê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Piştî cenaze hate wergirtin ber bi Dîlokê ve rê kirin. Cenazeyê Vural dê li Goristana Cîn Dere ya Dîlokê bispêrin axê.