Malbata gêrîlaya HPG'ê Ferdane Kaya (Şerda Gever) ya ku di 15'ê sibatê de li Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ji bo cenaze bigire 20 roj berê serlêdan kir, lê hêj tu bersiva ji malbatê re nehatiye dayîn.
Malbata gêrîlaya HPG'ê Ferdane Kaya (Şerda Gever) ya ku li Şirnexê di pevçûne de jiyana xwe ji dest da 20 roj berê ji bo cenaze bigire serlêdan kir lê hêj tu bersiv negirtine. Bavê Şerda Gever Kamîl Kaya berê di 19'ê hezîranê de li Dozgeriya Şirnexê û pişt re jî li Dozgeriya Amedê ji bo cenaze bigirin serlêdan kirin. Kaya li Amedê ji bo tesa DNA'yê xwîn da lê hêj tu bersiv nedan wan.
Kaya, diyar kir ku tenê daxwaza wan ewe ku cenazeyê keça xwe bigirin û wiha got: "Cenazeyê keça min li goristana bêkesan ya Meletî hatiye definkirin. Keça min bêkes nîne bav, xizim û gelê wê heye. Êdî bila ev bêhiqûqî bî dawî bibe û cenazeyê me bidin me." Kaya, da zanîn ku têkildarî mijarê de serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da û ji saziyên mafên mirovan daxwaza piştgiriyê kir.