Malbata gêrîlayê HPG'ê Suleyman Farisogullari (Rohat Bawerî) ku di 20'ê Adara 2009'an de di pevçûna li Çiyayê Cûdî de jiyana xwe ji dest dabû û ji aliyê hevalên wî ve hatibû definkirin, cenazeyê kurê xwe wergirtin û li Goristana Yenîkoyê bi girseyî definkirin.
15 roj berê li gundê Bilqasma yê li Çiyayê Cûdî ji aliyê welatiyan ve cenazeyek hatibû dîtin. Li ser cenaze kaxiza "Suleyman Farizogullari û HPG" hatibû nivîsandin. Cenazeyê hate dîtin ji bo otopsiyê şandin Amedê. Welatiyan Fermandariya Cendirmeyan agahdar kiriye, lê leşkeran anîbû ziman ku, dê nikaribin pê eleqeder bibin.
Piştî re Rêveberiya BDP'ê ya Şirnexê serî li dozgeriya Şirnexê dan û xwestin cenaze bigirin. Piştî dozger xwest leşker cenaze bigirin leşkeran çûn cenaze wergirtin û şandin Amedê. Li ser cenaze têbiniya "Cenaze aydî gêrîlayê HPG'ê Suleyman Farizogullari (Rohat Bawerî) ye û ji Çewlîkê ye, lê li Amedê rûdinê." hatibû nivîsandin. Derket holê ku di operasyona 20'ê Adara 2009'an de gêrîla Rohat jiyana xwe ji dest daye û ji aliyê hevên wî ve hatibû difinkirin. Piştî cenaze birin morga Saziya Tipa Edlî ya Amedê. Malbatê çûn serî li dozgeriya Amedê dan û piştî demek dirêj cenazeyê kurê xwe wergirtin. Malbatê piştî cenazeyê xwe ji Amedê wergirtin li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bigseyî defin kirin.
Girsê di merasima cenaze de dirûşmeyên "Biji Serok Apo", "Şehîd Namirin", "PKK gele, gel li vire" berz kir. Di merasima cenaze de Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, endam û rêvebeên BDP'ê, rêveberên MEYA-DER, DÝAY-DER, Înisiyatifa Dayikên Aştiyê. TUHAD-DER, TUHAD-FED jî di nav de bi sedan kes amade bûn.
Piştî wecîbeyên olî cenazeyê gêrîla Rohat bi girseyî hate definkirin. Piştî definkirinê bavê gêrîla Rohat Yaşar Farisogullari axivî û wiha got: "Kurê min ne şehîdê min tenê ye, şehîdê gelê Kurd û Kurdistanê ye. Me got biratî û aştî, lê Erdogan bombe avêt me. Me çi kir wî her tim şer xwest. Lê em dê her tim aştiyê bixwazin."