Cenazeyê gêrîla Rizgar hate definkirin

Cenazeyê gêrîla Rizgar hate definkirin

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Nadîr Tunç (Rizgar Amed) yê ku di pevçûna li navçeya Pulurê ya Dêrsîmê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Karazê ya Amedê bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Nadîr Tunç (Rizgar Amed) yê ku di 2'ê Tîrmehê de li navçeya Pulurê ya Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da duh ji aliyê malbatê ji Meletî hate girtin û anîn Amedê. Cenazeyê Rizgar di ketina Amedê li Petrola Dogu ji aliyê Parlementera BDP'ê Ayla Akat, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, rêveberên MEYA-DER'ê û bi sedan welatiyan ve bi slogana "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Pişt re cenaze bi konvoyeke qelebalik ber bi Karazê ve derxistin rê.

Cenazeyê gêrîla Rizgar li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Karazê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê darbesta gêrîla Rizgar ku bi alên kesk, sor û zer hate girêdan ji aliyê girseyê ve hate girtin û bi meşê birin Mizgefta Ulu. Di meşê de slogana "Bijî Serok Apo" hate berzkirin û wêneyên Tunç hatin hilgirtin. Dema ku vecîbeyên olî yên cenaze pêk hate xizmên Tunç demên hestiyar jiyîn.

DENGÊ SLOGAN LI KOLANÊN NAVÇEYÊ VEDAN

Girseyê darbesta gêrîla Rizgar ya ku bi alên PKK'ê hatin hate girêdan û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Goristana Karazê ve bi meşê birin. Di meşê de alên KCK û PKK'ê hatin vekirin û sloganên "Kurdistan dê ji TC’ê re bibe gor", "PKK tolhildan" û "HPG tolhildan" hatin vekirin. Piştî meşê girse hate goristanê û cenazeyê Rizgar bi slogana "Şehîd namirin" hate definkirin.

'SERÊ GELÊ KURD SAX BE'

Piştî karên defînkirinê Seroka MEYA-DER'a Amedê Leyla Ayaz axivî û ji hemû kesên tevlî merasîma cenaze bûn sipasî kir. Parlementera BDP'ê Ayla Akat jî diyar kir ku, hefteya borî girtiyê siyasî Abdulvahît Kiliç li naçveyê definkirin û îro jî cenazeyê duyemîn li naçveyê defin dikin û wiha got: "Kurdistan bi peymana Kasr-i Şîrîn bû 2 perçe û bi peymana Lozanê jî bû 4 perçe. Li Kurdistanê bi sedan na bi hezaran na bi deh hezaran kes hatin qetilkirin." Akat, anî ziman ku sedema qetilkirina Kurdan tenê ji ber daxwaz mafên xwe dikin pêk tê. Akat, da zanîn ku kurên li mafên xwe digerin tên binçavkirin, girtin û qetilkirin.