Cenazeyê Gerîlayên HPG'ê Ramazan Ceylan (Rizgar) ê ku di pevçûna li sêgoşeya Amed, Çewlîk û Mûşê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û ber bi navçeya Lîceyê ya Amedê ve bi rê ketin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ramazan Ceylan (Rizgar) ê ku di 13'yê gulanê de li sêgoşeya Amed, Çewlîk û Mûşê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbata wî ve hate wergertin. Malbat serê sibê ji Amedê çû Meletî û serî li dozgeriyê da. Piştre ji bo teşhîsa cenaze çûn morgê û cenaze teşhîs kirin. Piştî karên fermî cenaze wergirtin û ber bi Lîceyê ve bi rê kirin. Cenazeyê Ceylan di ketina Amedê de hate pêşwazîkirin û piştî re ber bi Lîceyê ve rê ketin. Hate zanîn ku cenazeyê Ceylan dê îşev li Lîceyê bê definkirin.