Malbata gêrîlayê HGP'ê Nadir Tûnç ku li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da piştî cenaze wergirtin ji Meletiyê ber bi navçeya Karazê ya Amedê bi rê ketin.
gêrîlayê HPG'ê Nadir Tunç (Rizgar Amed) li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû. Rizgar ku cenazeyê wî biribûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, cenazeyê wî ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Malbatê piştî cenazeyê kurê xwe gêrîla Rizgar ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin, ji Meletiyê ber bi Navçeya Karazê ya Amedê bi rê ketin.
Hate zanîn ku, gelek kes tevlî karwanê bûn. Cenazeyê gêrîla Rizgar dê li Karazê bi girseyî bê definkirin.