Cenazeyê gerîla Ozbey hate wergirtin

Cenazeyê gerîla Ozbey hate wergirtin

Cenazeyê gerîlayê HGP'ê Hakan Ozbey (Birûsk Wan) ê ku li çoltarê navçeya Pulurê ya Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û ber bi navçeya Qelqeliyê ya Wanê bi rê kirin.

Malbata gerîlayê HPG'ê Hakan Ozbey (Birûsk Wan) ê ku di 22'yê gulanê de di pevçûna li çoltarê navçeya Pulurê ya Dêrsimê bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da serê sibê çû Meletî.

Malbatê ji bo cenaze teşhîs bike serî li Dozgeriya Komarê ya Meletî da. Piştî serlêdanê ji bo teşhîsa cenaze malbat çû morga Sazaya Tipa Edîl ya Meletî û cenaz teşhîs kir û wergirt. Piştî malbatê cenaze girt ber bi Wanê ve bi rê ket. Cenazeyê Ozbey dê sibê li gundê Mele Hesen ê navçeya Qelqeliyê ya Wanê bispêrin axê.