Cenazeyê gêrîla Mazlûm ji aliyê hezaran kesî ve hate definkirin

Cenazeyê gêrîla Mazlûm ji aliyê hezaran kesî ve hate definkirin

Cenazeyê gêrîla HPG'ê Abdulhakim Kaya (Mazlum Agiri) ku li Mûşê jiyana xwe ji dest da, li gundê Goma Ûsê yê Avkevira Agiriyê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Bavê Kaya Abdullah Kayan bang li Serokwezîr Erdogan kir û wiha got: "Tu her tim dibêje em birane. Lê ger ku biratiya te perçekirina bedena ciwanan be, em biratiya te qebûl nakin"

Li gundê Zikreş yê navçeya Melezgîrtê ya Mûşê, di 27'ê Pûşperê de pevçûn derket û di pevçûnê de gêrîlayên HPG’ê Şukru Sezer (Keskin Suruç) û Abdulhakim Kaya (Mazlûm Agiri) jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatê piştî cenazeyê gêrîla Mazlûm Agirî ji Saziya Tipa Edlîya Meletiyê wergirt îro li gundê Gomauseî yê Avkevira Agiriyê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Karwana cenaze di ketina navçeya Bazidê de ji aliyê Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halil Aksoy, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Şaredarê Patnosê Yusuf Yilmaz, Nûnerên BDP, MEYA-DER jî di navde bi girseyî hate pêşwazîkirin. Komê piştî cenaze pêşwazî kir bi konvoyek mezin şandin gundê Goma Ûsê yê Avkevira Agiriyê. Karvanê cenaze li navçeya Avkevirê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Girse piştî cenaze pêşwazî kir heta avahiya BDP'ê ya Avkevirê meşiyan.

Cenaze pişt de bi karwana ji 200 maşîneyan pêk dihat heta gundê Gova Usê birin. Konvoya mezin piştî ku li Gundê Goma Ûsê hate pêşwazîkirin birin heta mala bav û ji wir jî birin goristana gund.

Girsê piştî cenaze defin kir rêz girtin û sirûda Çarxa Şoreşê xwendin. Piştî defikirinê Nunerê MEYA-DER'ê Medeni Aktar, polîtîkayên hikûmeta AKP'ê şermezar kir û bang li kurdan kir ku hemû parlementer, rêveber û endamên AKP'ê yên kurd û xwedî wîjdan ji AKP'ê istîfa bikin. Aktar, xwest di nava polîtîkayên qirêj de cih negirin û tev li têkoşîna kurdan bibin.

AKSOY: DIVÊ XWÎN RAWESTE

Pişt re Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halil Aksoy anî ziman ku wan ciwanekî din binax kir û wiha got: "Divê êdî ev xwîn raweste. Em bang li hemû kesên xwedî wîjdan dikin û dibêjin êdî her kes li dijî van kuştinan rawestin. Êdî bi mirin û kuştinê pirsgirêk çareser nabe. Rêya çareseriyê Brêz Abdullah Ocalane."

'EM BIRATIYA TE QEBÛL NAKIN'

Bavê Mazlûm Agirî Abdullah Kaya jî bang li Serokwezîr Erdogan kir û wiha got: "Tu her tim dibêje em birane. Lê ger ku biratiya te perçekirina bedena ciwanan be, em biratiya te qebûl nakin. Em dixwazin ev xwîn raweste.

Girseya ku tevlî merasima cenaze bû pişt re malbat ziyaret kir.