Cenazeyê gêrîla Onur Şal yê ku li Dêrsîmê di pevçûnekê de bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da bû ji saziya Tipa Edlî ya Meletî hate wergirtin.
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Onur Şal (Leheng Munzur) yê ku bi 2 hevalên xwe re di 22'ê gulanê de li navçeya Pulurê ya Dêrsîmê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipê ya Edlî hate wergertin. Cenazeyê Leheng dê li gundê Hanuşagi ya navçeya Pulurê bê derfinkirin. Li bendêne ku cenaze di demjimêrên şevê de bigihije gund.
Hate zanîn ku, malbatên gêrîla Hakan Ozbey (Brusk Van) yê ji Wanê û Mercan Sevîm (Zilan Ruke) ya ji Sêrtê jî dê Duşemê serî li Saziya Tipê ya Edlî ya Meletî bidin.