Cenazeyê gêrîla Gulbahar dê li Amedê bê veşartin

Cenazeyê gêrîla Gulbahar dê li Amedê bê veşartin

Cenazeyê gêrîla Fatma Karayil (Gulbihar Amed) ku di pêvçûna li Bêdlîsê jiyana xwe ji dest dabû û ji ber ku bi cenazeyê gêrîla Ozlem Atsak (Ronahî Dêrsim) hatibû tevlîhevkirin li Wanê hatibû veşartin ji aliyê malbatê ve ji Wanê hate girtin û ber bi Amedê ve bi rêketin.

Li Bêdlîsê di 24'ê Adarê de pêvçûn derketibû û 15 gêrîlayên jin yên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê gêrîla Fatma Karayil (Gulbahar Amed) ji ber teşhîskirina nasnameyan şaş hatibû kirin bi cenazeyê gêrîla Ozlem Atsak (Ronahî Dêrsim) hatibû tevlîhevkirin û li Navçeya Ebexa Wanê hatibû veşartin.

Malbata gêrîla Gulbahar ji bo cenaze bigirin çûn Gundê Teqîza girêdayî Ebexa Wanê û cenazeyê ji goristanê girtin. Malbat ber bi Amedê ve bi rê ket. Hate zanîn ku dê cenazeya gêrîla Gulbahar dê di demjimêrên êvarî de li Goristana Yenîşehîr were veşartin.