Cenazeyê gerîla Dozger hat wergirtin

Cenazeyê gerîla Dozger hat wergirtin

Malbatên gerîlayên HPG'ê Mehmet Vasil Çelîk (Dozger Amed), Yunus Mutlu (Tolhildan Urfa), Adîl Guven (Bawer Bîtlîs) û Îbrahîm Serîn Ezag ji bo cenazeyan werbigirin hatin Meletiyayê. Piştî karên teşhîsê cenazeyê gerîla Guven hate teşhiskirin. Piştî karên teshîsê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Guven hate wergirtin û ber bi Bîtlîsê ve bi rê kirin.

Malbatên gerîlayê HPG'ê yên di 21'ê adarê de li çoltarê Cudî yê Şirnexê jiyana xwe ji dest dan Mehmet Vasil Çelîk (Dozger Amed), Yunus Mutlu (Tolhildan Urfa), malbata gerîlayê HPG'ê Adîl Guven (Bawer Bîtlîs) ê ku li naçveya Dara Henê ya Çewlîkê jiyana xwe ji dest da û malbata gerîla Îbrahîm Serîn Ezag ê ku di 17'ê tîrmehê de li Çiyayê Kato jiyana xwe ji dest da ji bo cenazeyan werbigirin hatin Meletiyê.

Malbatên serê sibê hatin Meletiyê bi rêveberên Rêxistina BDP'ê ya Meletî û MEYA-DER'ê ji bo cenazeyan teşhîs bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Piştî serlêdanê karên teşhîsê pêk hatin û Malbata Guven cenaze teşhîs kir. Piştî karên teşhîsê malbata gerîla Guven li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê cenaze wergirtin û ber bi Bedlîsê ve bi rê kirin. Malbata Guven diyar kir ku ew dê cenaze îro li gundê Sivarê yê Bedlîsê defin bikin.

Malbatên gerîlayan li Goristana Bêkesan a Meletî yên hatin definkirin ji bo karan disekinin. Duh encama testa DNA'yê ya Çelîk û Mutlu hatibûn aşkerakirin