Cenazeyê gêrîla Bawer bi slogana sipartin axê

Cenazeyê gêrîla Bawer bi slogana sipartin axê

Cenazeyê gêrîla Adîl Guvenê (Bawer Bîtlîs) ku di encama pêvçûna li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê derketibû de jiyana xwe ji dest dabû, li Bedlîsê de ji aliyê bi hezaran kesî ve bislogana hate veşartin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Adîl Guvenê (Bawer Bîtlîs) ku di encama pêvçûna di 25'ê Tîrmehê de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê derket de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipê ya Edlî ya Meletiyê hate girtin. Cenazeyê gêrîla Bawer anîn Gundê Sîwara Bedlîsê.

Cenaze piştî ku li navçeya Norşena Bedlîsê wecîbeyên olî pêk hat, bi karwana wesayîtan ve ku Parlementerê BDP'ê ya Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû, Serokê BDP'ê ya Bedlîsê Orhan Bezîrganoglû, Şaredarê Norşînê M. Emîn Ozkan jî di nav de ji aliyê bi hezaran kesî birin Gundê Sîwarê. Cenazeyê gêrîla Bawer li ber gund ji wesayîtê peya kirin û girtin ser milan. Bi hezaran kes bi dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" ber bi goristanê ve meşiyan.

Cenazeyê gêrîla Bawer dema bi dirûşmeyan sipartin axê, baraneke dijwar destpê kir. Dayîka gêrîla Bawer Zubeyde Guven li wir axivî û wiha got: "Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Serê gelê Kurd sax be."

Piştî axaftinan girse derbazî mala malbatê bûn û ji malbatê sersaxî xwestin.