Cenazeyê Demîrel ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, hat rakirin

Cenazeyê Mehmet Demîrel ê ku duh ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û ji ber êrîşan cenaze li taxê dihat sekiandin, ji aliyê heyetek ji HDP û DBP'ê ve hat wergirtin.

Cenazeyê Mehmet Demîrel ê ku duh ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û ji ber êrîşan cenaze li taxê dihat sekiandin, ji aliyê heyetek ji HDP û DBP'ê ve hat wergirtin.

Heyeta ku di encama hevdîtinan de ket nava navçeyê, cenaze ji taxa ku kolana Minareya Çarling lê ye, wergirt. Cenaze ji aliyê Qada Şêx Seîd (Qada Deriyê Çiyê) ji navçeyê hat derxistin û birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.

Piştî otopsiyê wê cenazeyê Demîrel bê veşartin.