Cenazeyên şervanên YPG'ê Dalmiş (Xebat Botan) û Baltişin (Xeyrî Kato) yên di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan anîn Cizîrê. Dalmiş li Cizîrê hat veşartin û cenazeyê Baltişin jî ji bo veşartiyê ber bi Elkê ve hat şandin.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Ahmet Dalmiş (Xebat Botan) û Salih Baltişin (Xeyrî Kato) ên duh û pêr di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li herêmên Eyn-el Îsa û Sirrîn ên Kobanê jiyana xwe ji dest dan, îro anîn Cizîrê. Li dû otopsiya li Rihayê, cenaze ji aliyê malbatan û MEYA-DER'ê ve hatin wergirtin û bi konvoyeke qelebalix anîn Cizîrê.
Ji bo pêşwazîkirina cenazeyan danê sibehê bi hezaran kes li ser rêya Hezexê civiyan. Li navçeyê derabeyên dikanan nehatin vekirin. Konvoya cenaze li Dortyolê hat pêşwazîkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya li vê derê cenazeyê Salih Baltişin bi nasnav Xeyrî Kato ber bi warê wî Elkê ve hat birêkirin. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û "Rojava wê li DAIŞ'ê bibe goristan" cenazeyê şervanê YPG'ê Ahmet Dalmiş bi nasnav Xebat Botan bir Goristana Asrî ya Cizîrê.
Girseya gel li goristanê li ber sirûda "Ey Reqîp" ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girt. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Dalmiş li ber duayan hat veşartin.
'EM Ê DI RÊYA WAN DE BIMEŞIN'
Hevserokê MEYA-DER Şaxê Cizîrê Mele Qasim Yîgît li vir peyivî û got, "Şehîdên me mîna şehîdên Uhud, Hendes û Bedir şehîdên pîroz in. Ji ber ku di oxira ax, ziman, şeref û namûsa xwe de şehîd ketin. Ya dikeve ser milê me jî meşa di rêya van şehîdên pîroz de ye."
Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî ji malbata Dalmiş re sersaxî xwest û got, "Em qet şehîdan ji bîr nakin, em ê her tim di rêya wan de bimeşin."
BAV DALMIŞ: BILA SERÊ GELÊ KURD SAX BE
Piştî axaftina Bîrlîk bavê Ahmet Dalmiş ê YPG'yî Mehmet Dalmiş peyivî û got, "Bila serê gelê Kurd sax be, kurê min şehîdê tevahiya gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya kurd e."