Cenazeyê Bawer Cûdî ji Rojava ber bi Başûr hate oxirkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê yê di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmekê ji Rojava ber bi Başûr hate oxirkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îsa Şems (Bawer Cûdî) yê ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku 27’ê Mijdarê di şerekî li bejahiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmek li Dêrikê, ji deriyê sînor ê Sêmalka derbasî Başûr bû.

Bi dehan welatî bi dirûşma “Şehîd Namirin” ve ji bo cenazeyê Îsayê HPG’yî ji Nexweşxaneya Watanî ya Dêrikê bigirin ji saetên sibê kom bûn, cenaze hilgirtin û di wesayîtekê de bi cih kirin. Piştre bi konvoyeke di nav de şervanên YPG/YPJ’ê jî heyî, ber bi deriyê sînor ê Sêmalka ketin rê. 

Ji bo gerîlayê HPG’ê li deriyê sînor ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Di merasîmê de ji fermandarên YPG’ê Elî Dêrik û Endama Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Perwîn Mihemed Emîn axivîn, ji bo parastina rûmeta gelê Kurd û Ezîdxan bal kişandin ser têkoşîna HPG, YPJ-Şengal û şervanên Êzîdxan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê, ji malbata şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwestin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku kesên dixwazin vê rewşê reş bikin û serketinê bikin malê xwe hene, ev hewldanên vala ne û wê ti kes desturê nede wan.

Piştî axaftinan, şervanên YPG/YPJ’ê cenazeyê Bawer Cûdî girtin ser milên xwe û di wesayîtê de bi cih kirin. 

Piştre wesayît ji Sêmalka ber bi Başûrê Kurdistanê ve hate oxirkirin.

Tê payîn ku cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bawer Cûdî bi merasîmekê li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Qendîlê bê defnkirin.