Cenazeyê Akbaci yê 16 salî hat veşartin

Cenazeyê Nûrûllah Akbaci (16) ê li Hêzexê di êrîşa hewayî ya hêzên Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Kerboranê li ber dirûşma "Hevrê Nûrûllah dijî, PKK şer dike" hat veşartin.

Cenazeyê Nûrûllah Akbaci ku yek ji 12 kesên li Hezexê di êrîşa 24'ê Sibatê ya bi helîkopteran de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Mêrdîn Kerboranê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê Akbaci ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin û bi konvoyekê birin Kerboranê.

Li pêşiya navçeyê konvoy ji aliyê leşkeran ve hat sekinandin û piştî lêgerîna li hemû wesayîtan, destûra derbasbûnê hat dayîn. Konvoy li nava navçeyê ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin.

Girseya gel dûre cenaze bir Mizgefta Micir Safa. Hevalên Akbaci neçûn dibistanê û tevlî merasîma cenaze bûn. Li dû bicihanîna wecîbeyên olî ciwanan darbesta Akbaci ya bi rengên kesk, sor û zer xemilandî hilgirtin ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Hevrê Nûrûllah dijî, PKK şer dike" birin goristanê. Cenazeyê Akbaci li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" hat veşartin.

Hevserokê MEYADER ê Kerboranê Şukru Aslan piştî veşartina cenaze axivî û got, "Bila serê malbata Akbaci û Kurdistanê sax be. Tevî hemû zextan jî gelê Kurd bi heybetî xwedî li şehîdê xwe derket. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser rêya şehîdên xwe bin."

Piştî merasîmê, girseya gel berê xwe da konê sersaxiyê yê li Taxa Bahçebaşi û serxweşî ji malbatê re xwest.