Cenazeyê Akbaci hat wergirtin

Cenazeyê Mûhammed Nûrûllah Akbaci (16), ku di êrîşa hewayî ya li Hezexê de jiyana xwe ji dest da, piştî tespîtkirina cenaze ji aliyê malbatê ve ji Mêrdînê hat wergirtin. Malbatê, ji bo veşartinê cenaze bir Kerboranê.

Cenazeyê Mûhammed Nûrûllah Akbaci (16), ku di êrîşa helîkopterên Tirk a li nêzî gundê Hespîst ê Hezexê de jiyana xwe ji dest da, piştî tespîtkirina cenaze ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin. 

Tevî malbatê rêveberên MEYADER, DBP, HDP ên bajarê Mêrdîn û naçeyên wê, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan cenaze wergirtin. Cenazeyê Akbaci li ber qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" ber bi navçeya Merdîn Kerboranê ve hat şandin.