Cenazeyê 730 Kurdan li welatê wan spartin axê

Cenazeyê 730 Kurdan li welatê wan spartin axê

Cenazeyên 730 Kurdên ku di encama Komkujiya Enfalê ya ku ji aliyê rejîma Beasê ya Sedam Huseyîn ve li hemberî Kurdan hat pêkanîn de jiyana xwe ji dest dan û di gorrên komî de hatin veşartin, ji Bexdayê hatin wergirtin û anîn Başûrê Kurdistanê û spartin axê.

Hestiyên 730 kesên di komkujiya Enfalê yên di serdema rejîma Baas de hatin qetilkirin û di gorrên komî de hatin definkirin, hatin dîtin li Çemçema Silêmaniyê bi merasîmekê spartin axê.

Di dema deshilatdariya rêjima Baas (1963-2003) de herî kêm 182 hezar kurd hatin qetilkirin. Ji 182 hezar kurdên ku di enfalê de hatin qetilkirin heta niha tenê hêstiyên 2 hezar kesan ji 54 gorên komî hatin derxistin.

6 meh berê li Biyabana (Sehra) ya Mihal a bajarê Dîwaniye ya li başûrê Iraqê, hêstiyê 730 kurdên di enfalê de hatin qetilkirin û di gorreke komî de hatin veşartin hatibûn dîtin. Hestiyên 730 kes hatin dîtin, îro serê sibê li Çemmema ya Silêmaniyê spartin axê.

Di merasîmê de Serokê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê Neçîvan Barzanî, Cîgirê Serokê Herêma Federal a Kurdisanê Kusret Resul, Serokê Parlementoya Herêma Federal a Kurdistanê Erselan Bayîz, û gelek xizmên kesên di komkujiya Enfalê de jiyana xwe ji dest dan cih girtin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasimê de axivî û diyar kir ku heta niha jî pirsgirêka Kurd li Iraqê nehatiye çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ev kesên hatine enfalkirin, tenê ji ber sedemekê hatine enfalkirin, ew jî ew e ku ji ber k u Kurd bûn. Barzanî destnîşan kir ku dewleta Iraqê ava bû û vir ve tenê êş, şîn û nexweşî daye Kurdan û bal kişand ser têkoşîna Kurdan a li hemberî rejîma Baasê.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa îro ya Herêma Kurdistanê û diyar kir ku heta niha jî pirsgirêka Kurd li Iraqê çareser bûye. Barzanî got; “Armaca sereke ya Enfalê valekirina bajar û navçeyên Kurdistanê bû” û wiha domand; “ Tiştên lib ajar û navçeyên Sadiye, Celewle, Kerkûk diqewimin, berdewama heman siyaseta erebkirinê ye.” Her wiha, li hemberî helwesta hikûmeta Malikî banga hişyariyê li Kurdan kir.