Hate zanîn ku ji 17 cenazeyên tîmên taybet ên ku anîbûn 3'emîn Tabûra Komandoyê ya Taktîk a Şemzînanê, 11 cenaze bi helîkopteran şandine Amedê. Hate ragihandin ku nasnameya cenazeyên 6 tîmên taybet ên ku li tabûrê tên sekinandin, hîn nehatiye zelalkirin. Cenazeyê 17 tîmên taybet ên ku di 25'ê Tîrmehê de bi helîkopteran daketibûn çoltera Gevriyazîne û Xaranî ya li herêma navbera gundê Nehrî, mezrayên Navrezan û Rubunusê yên Şemzînanê, lê pişt re tu agahî ji wan nehatibû girtin, di 26'ê Tîrmehê de anîbûn 3'emîn Tabûra Komandoyê ya Taktîk a Şemzînanê.
Kesê ku nexwest navê xwe bide ragihand ku 2 roj berê 11 cenazeyên tîmên taybet bi helîkopteran birine. Hate ragihandin ku nasnameya cenazeyên 6 tîmên taybet ên ku li tabûrê tên sekinandin, hîn nehatiye zelalkirin.
Heman kes duh jî ji DÎHA'yê re axivîbû û ragihandibû ku cenazyê 17 tîmên taybet anîne 3'emîn Tabûra Komandoyê ya Taktîk a Şemzînanê. Çavkaniyê ku axivîbû diyar kiribû ku cenaze ji ber ku şewitîbûn nedihatin naskirin û wiha gotibû: "Ji helîkopterê 17 cenaze hate daxistin. Laşê cenazeyan bi tevahî şewitîbû û bi betaniyan pêçandibûn. Piştî cenaze anî bêhnekî genî li derdorê belav bû. Dema bêhn hate min, min mereq kir. Min xwest ku ez nêzîk bibim. Lê min nekarî ji ber bêhnê nêzîk bibim. Lê leşkerên pişt min û gotinên fermandar min bihîstin. Gotin 'Em dê çi li van bikin. Dê çawa be. 11 yên me ne û yên din nayên teşhîskirin.' Pişt re dozger hate berê xwe dayê û bi fermandaran re axivî û çû."
Sewqiyata leşker berdewam dike