Çelîkê AKP’yî yê ji aliyê HPG'ê ve hate berdan: Siyasetê berdidim

Çelîkê AKP’yî yê ji aliyê HPG'ê ve hate berdan: Siyasetê berdidim

Saziyên sivîl yên civakî piştî Serokê AKP'î Veysel Çelîk yê di 12'ê Gulanê de ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hatibû binçavkirin, wergirt li avahiya ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniye pêk anî.

Di 12'ê gulanê de li navçeya Pasûrê gêrîlayên HPG'ê Serokê AKP'î yê navçeya Pasûrê binçavkiribû û îro radestî heyeta Saziyên sivîl yên civakî kir. Gêrîlayên HPG'ê Serokê AKP'î Çelîk radestî heyeta saziyên sivîl yên di nav de Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî, Serokê Baroya Amedê Mehmet Emin Aktar, Serokê MAZLUMDER'a Amedê Abdurrahim Ay û Rêveberê Baroya Amedê Cihan Aydin jî heye kir. Heyetê, piştî Çelîk wergirt li Şaxa ÎHD'a Ameda civîna çapemeniyê pêk anî.

Di civînê de Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar axivî û wiha got: "Wekî em hemû dizanin Serokê AKP'ê yê Pasûrê li ser rêya Pasûrê ji aliyê HPG'ê ve hatibû ragirtin. Piştî ku Serokê AKP'i Veysel Çelik hate ragirtin, malbata Çelîk, serî li ÎHD; MAZLUMDER, Baroya Amedê û gelek saziyên sivîl yên civakî dabûn û alîkarî xwestibûn. Em jî ji bo daxwaza malbatan bi cih bînin bi rêya çapemeniyê me bang li HPG'ê kiribû. Piştî banga me îro bi rêya malbata Çelîk teslîmî me hate kirin. Ez, Serokê ÎHD'e Racî Bilici, Serokê MAZLUMDER'a Amedê Prz. Abdurrahman Ay û Reveberê Baroya Amedê Cihan Aydın ligel gelek hevalên rojnameger em çûn li ser rêya Mûş û Pasûrê me li cihê nokteya ku ji mere hatibû gotin Çelîk ji destê HPG'ê wergirt."

Aktar, anî ziman ku pir keyfxweşin ku daxwaza wan hatiye bersivandin û Çelik bê qeza û bela teslîm wergirtine. Aktar, da zanîn ku her çend bi westan û tirs derbas bû jî bi serkeftî derbas û û ev yek wan pir kêfxweş dike û wiha got: "Em hevî û daxwaz dikin ku êdî li ser vê axê şer û pevçûn bi dawî bibe û bûyerên bi vî rengî dubare nebin. Aştî û azadî bi ser bikeve. Em hevî dikin ku dê rojên azad û xweşî pêş bikevin."

'HEWCE BE EM DÊ DÎSA RÎSK BIDIN BER ÇAVAN'

Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, anî ziman ku wan kesekî ku ji malbata xwe dûr hatibû xistin dîsa wergirtin û gîhandin malbata wî û wiha got:" Niha di destê PKK'ê de gelek kesên din jî hene. Em dixwazin wan kesan jî teslîmî malbata wan bikin. Ji bo vê yekê em amade ne ku rîsk bidin ber çavan. Polîs û çend kesên din jî hene. Em dîsa bi rêya çapemeniye bang dikin û dibêjin em amade ne ku biçin wan jî wergirin û teslîmi malbata wan bikin. Em pir kêfxweşin ku me aştiyê pêş bixin.

Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê Prz. Abdurrahman Ay jî anî ziman ku ew jî bi qasi malbatê kêfxweş in. Ay, da zanin kuj bo kesên din ên di destê PKK'ê de jî wergirin amade ne.

Serokê AKP'ê yê Pasûrê Çelîk jî anî ziman ku ew di 12'ê gulanê de li navçeya Pasûrê dema ji Pasûrê diçû Mûşê hate girtin û wiha got: "Ez îro di 28'ê Heziranê de serbest hatim berdan. Ji bo ku ez hatim berdan ez pir kêfxweş im. Çelîk, da zanîn ku cihê lê hatibû girtin, li heman cihî serbest hate berdan û wiha got: "Ez piştî operasyonan dernexistim dersînor. Ez li sînorê Tirkiyeyê mam. Dema operasyonan li herêmê bûm. Em di nava daristanan de hatin parastin. Em bi şev di qada operasyonê re meşiyan. Dema herêm dihat bombekirin em jî li herêmê bûn. Di roja 3'min de ez ji qada operasyonê hatim dûrxistin. Em demek pir dirêj meşiyan. Em di teniştên rûbar û newalan re meşiyan."

Çelîk, da zanîn ku ji ber ew Serokê AKP'ê bû hate girtin û daxwazên AKP'e bi cih dianî hate girtin. Çelîk, da zanîn ku HPG'ê ji wî re gotiye ji ber hemû şaredar, rêveber û endamên meclîsa bajar û şaredariyan ya BDP'ê hatin girtin ew wî digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî. Malbat û xizmên min seri li saziyên sivil yên civaki dan. Beyî agahiya min ez berdam. Hemû xwarin, cil û pêdiviyên min pir baş bi cih anîn. Her tim koma ku ji 8-10 kesên ku dihatin guhertin ez diparastim. Ez difikirim ku ji AKP'ê îstîfa bikim. Ez dê ji AKP'ê îstîfa bikim. Pişti ku em teslîmî saziyên sivîl ên civakî kirin bi lez û bez ji qadê dûr ketin. "

'TU RÊVEBER Û PARLEMENTERÊN AKP'E NEKET NAVA HEWLDANAN'

Çelîk, destnişan kir ku bawer nedikir ku wisa zû bê berdan û sipasiyên xwe ji saziyên sivîl ên civakî re anî ziman.

Çelîk, da zanîn ku wî bihîst heta niha tu parlementer û rêveberên AKP'ê ji bo berdana wî neket nava hewldanan.

Di dîmenan de gêrîleyekî jin û yekî zilam yên HPG'ê diyar kirin ku wan Veysel bi sax û silametî radestî saziyên sivîl kir û niha bi saxi di destê we de ye." Çelikê AKP'î ani ziman ku gêrîla pir baş li wî nêrî û pir kêfxweşe.

Malbata Veysel Çelîk berê jî serî li ÎHD'a Amedê dabûn. ÎHD'ê jî bang kiribû ku Çelîk serbest berdin.