Çekwar ê ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin bi merasîmek girseyî hat veşartin

Zarokê bi navê Çekwar Çûbûk ê li navçeya Amed Sûrê ji aliyê sekvanên hêzên çekdar ên Tirk ve hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Zarokê bi navê Çekwar Çûbûk ê li navçeya Amed Sûrê ji aliyê sekvanên hêzên çekdar ên Tirk ve hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

NASNAMEYA XWE ŞEWITAND, LENET LI ERDOGAN ANÎ

Cenazeyê Çûbûk, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl, bi cenazeyê Guler Eroglû ya duh di êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da, anîn Goristana Yenîkoyê. Hevalên wî darbesta Çûbûk hilgirtin ser milan û anîn cihê lê bê definkirin. Di dema veşartina cenaze de kesekî nasnameya xwe şewitand. Kesê ku nasnameya xwe şewitand li vir peyivî û got, "Heta ku em xwe ji van nasnameyan rizgar nekin, em ê azad nebin. Ti tişt ji vê rewşê nebaştir nabe. Ti tişt ji desthilatdariya Erdogan nebaştir nîne."

Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle piştî veşartina cenaze axivî û got, "Çekwar nemiriye. Piştî ku li nava vê xakê hat veşartin, wê li erdnîgariya Kurdistanê veguhere gulekê."

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî got, "Gelê Kurd wê van polîtîkayên ji bo şikandina vîna wê tên meşandin, qebûl neke û wê heta dawiyê têbikoşe."

Dayik Netîce Çûbûk jî diyar kir ku kurê wê hînê 15 salî bû û got, "We çawa karîbûn wî qetil bikin. Ew hînê zarok bû, ey kujerno." Dayika Netîce nerazîbûn nîşanî AKP'ê da.

Piştî veşartina cenaze, girseya gel ji goristanê derket û cenazeyê Guler Eroglû ber bi Êlihê ve bi rê kir.

BI XWEPARASTINÊ RE BERSIV JI ÊRÎŞÊ RE HAT DAYÎN

Girseya gel ji Goristana Yenîkoyê bi qîrîna dirûşmên "Hevrê Çekwar namire" meşiya û xwe gihand Kolana Emekê. Lê belê polîsên Tirk li vê derê êrîşî girseyê kirin. Ciwanan jî bi xweparastinê bersiv dan êrîşa polîsan û li ser vê yekê şer derket.

...