Ciwanê bi navê Çekvar Çûbûk (16) ê ku duh li navçeya Sûrê ya Amedê piştî qedexeya kolanan hate îlankirin ji aliyê polîsan ve hate gulebarankirin û birîndar bû, ji ber zêde xwîn wenda kir jiyana xwe ji dest da. Li gor şahidên bûyerê, Çûbûk ji çoka lingê rastê giran birîndar bibû.
Piştî ku Çûbûk birîndar dibe, welatî agahî didin nexweşxaneyê û hewl didin ku wî bigihînin ambûlansa tê ser cadeyê. Dema welatî bi sedyeya ku welatiyan bi destan çêkiriye, Çubuk dibirin ber ambûlansê, li ber Minara Çarling ji aliyê tîmên taybet ve hatine astengkirin.
Demeke dirêj hate rawestandin
Tîmên taybet, Çûbûk ê birîndar ji welatiyan wergirtin û gotin ku ew ê wî bigihînin nexweşxaneyê, lê bi saetan li cihê bûyerê dan rawestandin.
Çûbûk ê ku çoka wî ya lingê rastê di êrîşê de parçe bibû, ji ber zêde xwîn wenda kir, jiyana xwe ji dest da. Çekvar piştî ku jiyana xwe ji dest da, laşê wî yê bêcan birin nexweşxaneyê.