Çêkirina ‘kulubeyên ewlekariyê’ hatin rawestandin
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê çalakiya rûniştinê ya duh ve li hember çêkirina “kulubeyên ewlekariyê” hatibû destpêkirin, piştî hat ragihandin ku wê kar bisekine bi dawî bû.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji ber li ser rêya diçe Bendava Ilisû “kulubeyên ewlekariyê”tên çêkirin, duh xwediyên erdan, Meclîsa Dayikên Aştiyê û DBP’ê nerazîbûn nîşandan û dest bi çalakiya rûniştiyê kirin. Li ser hevdîtinan ku leşkeran diyar kirin wê çêkirina kulubeyan bê sekinandin welatiyan dawî li çalakiya xwe anîn.
Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Hatûn Oguz a ragihandin ku çalakî bi dwaî bûye, got ku li xaka wan ji aliyê leşkeran ve kulube tên çêkirin û eger çêkirina qereqolan bidome wê bibin mertalên zindî.
Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk jî anî ziman ku ji derveyî Tirkiyeyê li ti deveran “bendavên ewlekariyê” nînin û bi çêkirina qereqol û kalekolan hewl didin xaka wan dagir bikin.
Welatî bi çepik û tiliyan ji herêma çalakiyê veqetiyan. Leşker hê li herêmê ne.