Êvara sêşemê li bajarê Efrînê rêveberê Rêxistina Komalên Ciwanê Çekdar ji aliyê komekê ve hat revandin û bi awayekî hovane hat kuştin. Bi deh hezaran Efrînî yên duh li cenazeyê Çekdar xwedî derketin. Tê payîn ku îro jî meşên girseyî bên lidarxistin.
Piştî daxuyaniyên Artêşa Azad a Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistanê bûyerên reşkujiyê dest pê kirin. Di 3’yê tîrmehê de çalakê Kurd ê bi navê Çekdar ji aliyê hin kesan ve di malekê de bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Piştî vê hêrsa gelê Rojavayê Kurdistanê gihişt asta herî jor.
Mersîma cenazeyê endamê Komalên Ciwan ya duh li Efrînê pêk hat jî, biryardariya gelê Kurd ya li dijî derdorên xêrnexwaz raxist ber çavan. Ji danê sibê, ji bo cenazeyê ciwanê Kurd Çekdar pêşwazî bikin, bi hezaran kes li ber Mala Gel ya bajarê Efrînê kom bûn.
Girseyê bi gotina sloganan, hêrsa xwe ya li dijî hovîtiyê anî ziman. Jinên Efrînê û hevalên Çekdar yên têkoşînê ji ber hovîtiya li cenazeyê wî hatiye kirin rondikên çavan barandin. Dema darbesta Çekdar li ser milê ciwanên Efrînê ji Mala Gel hat derxistin bi gotina sloganên "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin.
Paşê tevî karwanê ji sedan wesayîtî ber bi navçeya Cendiresê ve hat birêkirin û li her rawestgehê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Dema canzeyê Çekdar gihişt navçeya Cinderesê hejmara wesayîtan gihişt hezaran. Piştî cenaze ji wesayîtê hat derxistin, kolanên Cinderesê veguherî leheyî ji mirovan.
Bi deh hezaran kesnên tevlî merasîmê bûn, peyam dan ku ew ê xelkê Efrînê li hemberî êrîşan stûyê xwe netewîne û cangoriyên azadiyê xwedî derkeve.
ÎRO JÎ DÊ MEŞÊN GIRSEYÎ BÊN LIDARXISTIN
Dê îro jî meşên li seranserê Rojavayê Kurdistan û Sûrî bi slogana "Îna Efrîna xwe ragirtî" werin lidarxistin. Derbarê mijarê de, rêxistina Komalên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku xelkê bajarê Efrînê li hemberî kiryarên hovane yên rêjîma Sûrî û alîgirên wî, helwesteke bi rûmet nîşan daye û herî dawî li dijî komkujiyan navendên rêjîmê daye ber agir.
JI KOMALÊN CIWAN BANGEWAZÎ
Komelên Ciwan got; “Weke tê zanîn gelê me yê li bajarê Efrînê ji destpêka şoreşa azadiyê ve, bûye xwedî helwesteke hêja. Bi berxwedana xwe ciheke çalak di nava şoreşê de girtiye. Ji ber vê yekê xelkê Efrînê di demên dawî de bûye armanca êrîşa hêzên rêjîmê û pêxwasên wê. Herî dawî di çarçoveya van êrîşan de, rêveberê rêxistina me rêheval Çekdar bi awayekî hovane hate kuştin."
Daxuyanî bê vê bangê bi dawî dibe:"Em weke rêxistina Komalên Ciwan, ji bo ku em piştgiriya xwe ya bi berxwedana xelkê Efrînê re nîşan bidin, di serî de hemû rêxistinên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk, em bang li meclîsên gel yên Rojavayê Kurdistan, saziyên civaka sivîl û gelê xwe yê qehreman dikin da ku bi awayekî çalak beşdarî meşên roja Înê bibin û bersiva pêwîst bidin rêjîma Sûrî û pêxwasên wê."