Çek û cebilxaneya çeteyan kete destê şervanan

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, li gundê Tiwêliayê, di operesyona lêgerînê de hejmarek ji çek û cebilxaneya çeteyan bi dest xistin.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, li gundê Tiwêliayê, di operesyona lêgerînê de hejmarek ji çek û cebilxaneya çeteyan bi dest xistin.

Di nav çek û cebilxaneya hatine desteserkirin de, çekên sivik, navîn û giran hene. Her wiha topên hawanê û topavêjên wan, kalaşnîkov û guleyên doçkayan hebûn.

Gundê Tiwêlia bi 17 kîlometeryan li başûrrojhilatê bajarokê Eyn Îsa ye û di 10'ê Mijdarê de ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin.