Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer nûçeya çapemeniya Tirk a ku dibêje Pêşmerge derbasî Sûriyeyê bûne derewand.
Yawer bi rêya telefonê ji Ajansa Anadolû (AA) re axivî û got; “Tu agahiyên ku dibêjin leşkerên me sînorê Sûriyeyê derbas kirine an jî ber bi sînor ve çûne, tune ne. Me tu yekîneyên leşkerî neşandine Sûriyeyê. Em di dahatûyê de j naşînin. Ji ber ku pirsgirêka Sûriyeyê pirsgirêka navxweyî ya Sûriyeyên Ereb û Kurdan hemû ne.”
Yawer xwest ku çapemenî di warê rastiya nûçeyên tên weşandin de baldar bin û got; “Em bi tu awayî mudaxeleyeke leşkerî li hemberî Sûriyeyê nahizirin.”