Di Sibata 2008'an de artêşa Tirk li Zapê operasyoneke mezin da destpêkirin. Ji gerîlayên HPG'ê Mazlûm Şahîn ê di operasyona Zapê de cih girtibû got, "Piştî ku me guleya ewilî berdan artêşa Tirk, leşkeran dest bi revê kirin."
JIYAN TÊKOŞÎN / GULGEŞ SERHAT
BEHDÎNAN / ANF
duşem, 22 reşemiyê 2016, 08:10
Di Sibata 2008'an de artêşa Tirk li Zapê operasyoneke mezin da destpêkirin. Ji gerîlayên HPG'ê Mazlûm Şahîn ê di operasyona Zapê de cih girtibû, operasyon ji ANF'e re vegot.
Şahîn da xuyakirin, ku ji bo operasyonê amadekariyeke wan a mezin tinebû û got, "Beriya operasyon destpê bike, em pê hesiyan ku artêşa Tirk di nava tevgerê de ye. Amakariyeke me ya zêde tinebû. Ji ber ku demsal zivistan bû, li her derê bi qasî 2-3 metreyan berf ketibû erdê. Di nava şert û mercên zivistanê de zehmet e amadekarî ji bo operasyonê were kirin. Sê roj beriya operasyonê li nêzî Şikefta Birîndaran liv û tevgerek hebû. Ewilî operasyon ji vir hat destpêkirin. Hevalan li wê derê kemîn danîn pêşiya dijmin. Şer hêdî hêdî li tevahiya herêmê belav bû."
Şahîn diyar kir, artêşa Tirk timî bomberdûman dikir û axaftina xwe wiha dewam kir: "Serê her saetê balafir dihatin bomberdûman dikirin. Balafirên keşfê yên bêmirov jî bi şev û roj digeriyan. Li xeta Çemço ya li herêma Zapê, timî bomberdûman dikirin. Sibehekê hevalên me yên keşif dikirin, leşker dîtin. Hatin em pê hesandin. Weke hejmar em gelekî kêm bûn. Em bi hevalên xwedî tecrûbe re bûn. Gelek heval di şerê li Bakur de cih girtibûn. Lewma xwedî tecrûbe bûn. Di nava van de Mahîr Başkale hebû. Di operasyonê de bi roleke gelekî girîng rabû."
'MÎNA KERIYÊ BÊ ŞIVAN BÛN'
Şahîn da zanîn, ku artêşa Tirk bi awayekî rasthatî li eraziyê digeriya û got, "Me dizanîbûn artêşa Tirk di nava NATO'yê de duyemîn hêza mezin e. Lê belê dema me ew bi vî rengî dît em gelekî ecêbmayî man. Tevgera dijmin a bi awayekî rasthatî û bêdîsîplînî, rastiya dijminê me radixist pêş çavên me. Mîna keriyê bê şivan bûn."
Şahîn anî ziman, artêşa Tirk bi teqîna fîşeka ewilî re dest bi revê kir û wiha dewam kir, "Kengî fîşeka ewilî hat teqandin leşkeran dest bi revê kirin. Leşkerên ku heta hingî gelekî bi rehetî digeriyan, dema dengê guleyan bihîstin, gêj û şoq bûn. Fermandariya Giştî leşkerên xwe xapandibû. Ji wan re gotibû ku wan li hemû nuqteyên me dane, bi tenê ew ê biçin gerîlayên mayî bigirin. Leşker li ser vê bingehê gelekî bi rehetî tevdigeriyan û dihatin. Lê belê gava em ji nişka ve derketin pêşberî wan, qudûmê wan şikest. Me di destpêkê de kemîn danîn pêşiya dijmin, dûre em derketin ser gir. Ji ser gir ve me li leşkeran temaşe kir. Yên birîndar li naverastê dikirin qareqar. Leşkerên din jî xwe li pişt keviran veşartin. Birîndarên xwe jî ranekirin."
'BERXWEDANEKE GELEKÎ MEZIN HAT NÎŞANDAN'
Şahîn ragihand, ku artêşa Tirk hêzeke fedaî nîne û got, "Piştî ku hêza me ya teqwiye hat, ji Karker heta Çemço me hemû qad zevt kir. Kobra jî dihatin li her cihî didan. Piştî ku Kobra hatin, artêşa Tirk xwe hinekî da ser hev. Moral girtin. Mercên artêşa Tirk baş bû. Xwe li gorî mercên zivistanê amade kiribûn. Lê belê hêzeke fedaî nebûn. Hevalan ji me re gotin, ku divê em li Kobra bidin. Hevalê me yê bisîvîng bi kar dianî, hevalê Firat bû. Heft roket bi xwe re anîbû. Me pênc roket avêtin leşkeran. Du roket mabûn. Yek jê me avêt Kobra. Ji ber ku şemitî, lê neket. Roketa dawî lê da û Kobra ket xwarê. Dema Kobra ket, psîkolojiya leşkeran bi temamî xera bû. Piştî ku Kobraya din reviya, leşker êdî şaş man bê wê çi bikin. Dema me ew rewşa leşkeran dît, em gelekî pê êşiyan. Fermandariya Giştî ew xapandibû. Hin ji leşkeran, ji sibehê heta êvarê ji çeperên xwe dernediketin. Çend ji wan qefilîn û mirin."
Şahîn da xuyakirin, ku ji aliyê gerîla ve berxwedanên gelekî mezin hat nîşandan û herî dawî ev tişt got: "Tevî ku şert û merc gelekî zehmet jî bûn, ti ji hevalên me çeperên xwe neterikandin. Heta dawiyê her kesî bi fedaî şer kirin. Di operasyona heyşt rojan de bi sedan leşkerên dijmin mirin. Dijmin tênegihaşt bê li çi rast hatiye. Mîna niha, wê demê jî dijmin bi teknîkê şer dikir. Lê belê tiştek ji bîr kiribûn; teknîk li çiyê bi kêr nayê. Artêşa Tirk ti carî nikare li hemberî PKK a xwedî ruhê fedaî bi ser bikeve. Ew artêşa nepixandî ya artêşa Tirk careke din li pêşberî ruhê fedaî derbên giran xwar û neçar ma vekişe. Di operasyona Zapê de heyşt hevalên me berxwedaneke gelekî mezin nîşan dan, şehîd ketin. Bi saya wan me operasyona Zapê bi serketineke mezin qedand."