Çavdêriyên ji Daqûq û Meyrem Begê
Em Til Werdeyê li dû xwe dihêlin û xwe digihînin herêma germ a şer. Herêma herî nêzî çeperên DAIŞ'ê.
Em Til Werdeyê li dû xwe dihêlin û xwe digihînin herêma germ a şer. Herêma herî nêzî çeperên DAIŞ'ê.
Em Til Werdeyê li dû xwe dihêlin û xwe digihînin herêma germ a şer. Herêma herî nêzî çeperên DAIŞ'ê.
Herêm weke Meyrem Beg tê binavkirin. Cihê ku çeperên herî pêş lê ne jî gundê Newafîl e. Cihê gerîla lê bi cih bûne jî ev der e, ku li hemberî wan yekser DAIŞ hene. Aliyekî me Mektep Xalid e. Yên li pêşberî me jî gundên Westane û Mûcamma Saddam ên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dagikirin e. Heman piştî van gundan gundên Xurava û Mûcaamma Şehîd hene. DAIŞ van gundan ji xwe re weke biryargehê bi kar tîne. Heman piştî wan jî navçeya Kerkûk Hewice heye, ku ev der jî ji aliyê DAIŞ'ê ve weke navendê tê bi karanîn.
LI SER BANGÊ XANIYÊN LI HER DU ALIYAN SEKVAN HENE
Gundê herî zêde nêzî çeperên DAIŞ'ê ye, gundê Newafîl e ku di destê hêzên Kurd de ye. Ji ber ku ev gund herêma herî xetere ye, li sivîlan hatiye girtin. Ya li pêşberî vir, gundê Westan e. Li gundê Westan jî sivîl nîne. Gund veguhere biryargeha DAIŞ'ê. Her du gund bi tenê bi 1 kîlometreyê dûrî hev in. Car carna dengê çeka kannas tê. Çeteyên DAIŞ'ê sekvanên xwe li ser banê xaniyan bi cih kirine. Her wiha li gund çekên giran ên weke doçka, hawan û maşînên zirxî jî bi cih kirine. Hêzên Kurd jî bi heman rengî bi cih bûne.
MAYIN Û XENDEK
Cihê navberê yê ji 1 kîlometreyê jî mayinkirî ye. Hem li aliyê DAIŞ'ê hem jî li aliyê hêzên Kurd, xendekên dirêjahiya wan bi kîlometreyan e hatine kolandin. Mirov dikarin bêjin ku ev der bûye mîna herêmeke tampon.
Car carna çalakiyên hewldanên êrîşê, sûîqest û êrîşa bi çekên giran ji her du aliyan ve tê kirin. Çeteyên DAIŞ'ê li gundê li pêşberî me tevdigerin. Tim û tim dengê çekan tê. Her du hêz dema li hemberî hev tevgerekê dibîne ya bi kannas yan jî bi doçkayan guleyan dibarînin. Balafirên koalîsyonê jî, bombeyan li çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê balafirên keşfê ve hatine tespîtkirin didin. Di nava dema em li herêmê bûn de, balafirên koalîsyon ê çend caran bomberdûman kirin. Her wiha em ji êrîşa bi topa hawanê û doçkayê re şahidiyê dikin.
'NABE KU HEBÛNA DAIŞ'Ê YA LI KURDISTANÊ NORMAL BÊ DÎTIN'
Em bi gerîlayan re diaxivin. HPG ji hevsengiya emelî ya di navbera hêzên Kurd û DAIŞ'ê de derketiye holê, aciz e. Dixwaze vê hevsengiyê ji holê rake. Rûtînbûyîna şerê li dijî DAIŞ'ê rexne dike. HPG di wê baweriyê de ye ku ev rewş tê wateya qebûlkirina hebûna DAIŞ'ê li Kurdistanê û destnîşan dike, ku ev bi ti awayî nayê qebûlkirin.
GERÎLA JI HER OPERASYONÊ RE AMADE YE
Hêzên gerîla gelek caran dan xuyakirin, ku ne tenê di operasyonên li Kurdistanê de, ew amade ne di operasyona li hemberî Mûsilê de jî cih bigirin. Fermandarê Giştî yê Hêzên HPG'ê yên Mexmûr-Kerkûkê Bawer Serhat gotibû, "Di operasyona Mûsil-Til Eferê de em dikarin roleke gelekî girîng bilîzin'. Heman gotinên bi biryar em dîsa dibihîzin. Fermandarên hêzên gerîla yên li vê derê dibêjin; heta ku Hewîce neyê rizgarkirin, xeteriya li ser Kerkûk, Mexmûr û Hewlêrê ji holê ranabe.
Fermandarê gerîla yê li eniyê destnîşan dike, ku di vî warî de ew bi israr in, lê belê hêzên pêşmergeyan û hêzên koalîsyonê xwe nadin ber vê.
ÎNSIYATÎFA GERÎLA
Yekîneyên gerîla û hêzên pêşmerge bi awayekî koordîneyî tevdigerin. Yekîneyên gerîla bi awayekî xweser li çeperên xwe bi cih dibin. Biryargeha wan cuda ye. Rêbaza wan a tevgerê ji aliyê wan ve tê diyarkirin. Dema ji wan bê xwestin an jî pêwîstî pê hebe, destekê didin yekîneyên pêşmergeyan. Di diyaloga navbera gerîla û pêşmergeyan de em dibînin ku însiyatîf di destê gerîlayan de ye. Em dibîn ku pêşmerge di mijara şer de nêrînên gerîla esas digirin. Her wiha bi awayekî vekirî tê dîtin, pêşmerge ji dil û bi heyrantî nêzî gerîla dibin. Em dibihîzin ku ev nêzîkatî piştî şerê gerîla yê li hemberî DAIŞ'ê derketiye holê. Bi gotina fermandarê gerîla Selîm Zîlan; xwe di şer de îspat kirine.
Li nava bajêr jî be tiştên gerîla hene ku nayên guhertin; dîsîplîna leşkerî, sîstema fermandariyê, sîstema jiyanê li çiyê çawa be li bajêr jî bi heman rengî ye.
Gerîlayeke/î bi tenê jî bê rext an jî bê çek nayê dîtin. Mîna ku di her kêliyê de wê şer derkeve, amade ne.
Gerîla bêguman ne tenê di pozîsyona şer de ne. Ji gerîlayên nû tên re tecrûbeyên bajêr jî radigihînin. Di perwerdeya leşkerî de hînî perwerdeya lêdanê dibin. Li aliyê din, perwerdeya bîrdozî û siyasî jî, mîna li çiyê li vir jî ji bo gerîla, nebe nabe.
ENIYA ELÎ SERA
Em ji Til Werde derdikevin. Rawestgeha me ya nû wê Elî Sera û Daqûqê be. Em vedigerin Kerkûkê û vê carê berê xwe didin aliyekî din. Du saet piştî derketina ji Kerkûkê, rawestgeha me ya vê carêı navçeya Daqûq a cihê Kurdên Kakaî ye.
Li Daqûqê şênkahî hinekî zêdetir e. Em dibînin ku têkiliyeke xurt a Kurdên Kakaî bi axê, bi çandiniyê heye. Erd hatine cotkirin, hin jê hatine çandin. Bizirê zebzeyan hatine çandin û ser wan bin aylonê hatiye girtin. Li gundên li derveyî bajêr, kewara mêşên hingiv bala me dikişîne.
Kelecana biharê ya gelê Kurd di nava yekîneyên gerîla yên li Kerkûkê de jî derdikeve pêş. Çawa ku bihar destpêkên nû, nûbûna xwezayê be, ji bo gerîla jî tê wateya şerê nû, destpêkên nû. Çawa ku li bakruê Kurdistanê gel li hêviya biharê ye, li Kerkûkê jî gerîla bi heman coş û kelecanê li benda biharê ne. Gelek gerîlayan ji niha ve pêşniyar kirine ku biçin bakur.
Di wê baweriyê de ne ku sala 2016'an wê bibe sala berxwedaneke mezin. Destnîşan dikin ku yek ji pêngavên herî girîng ên dîroka gerîla wê di sala 2016'an de pêk were.
CIHÊ GERÎLA DI DILÊ DAQÛQIYAN DE
Dema em di nava bajêr de derbas dibin, mirovên ku gerîla di hundirê wesayîtê de dibînin, gelekî kêfxweş dibin. Li Daqûqê gerîla bi awayekî cuda tên pêşwazîkirin. Tê bîra min, par dema PDK'ê got, 'Bila gerîla xwe ji Başûr vekişîne', gelê herêmê ev bersiv dabû: 'Eger gerîla vekişe, em ê jî biçin'.
Gerîlayê ji Rojhilatê Kurdistanê Hoşyar Zagros sedema vê hezkirinê ji me re vedibêje. Daqûq navçeya duyemîn e ku piştî Şengalê yekîneyên gerîla di destpêkê de xwe gihand vê derê. Par dema DAIŞ'ê dor li Daqûqê girt, gerîla bi hawara Daqûqiyan hatin. DAIŞ ji vir hat derxistin.
Tevî gerîlayê HPG'ê Armanc Kurdo gelek pêşmergeyan di wê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê ji bo gelê Daqûqê gerîla, ji bo gerîla jî Daqûq xwedî girîngiyeke taybet in.
Dema me xwe gihand nuqteya derketina ji Daqûqê, 3 jê jin 6 gerîlayan ji nişka ve bi hestewarî li aliyê rastê temaşe kirin. Fermandarê yekîneyê Hoşyar cihekî 500 metre nêzî rê nîşan da û got, "Vaye ev der e, cihê Şehîd Armanc lê şehîd ketiye."