Çavdêrî ji operasyona 'Xezeba Firatê'

Operasyona 'Xezeba Firatê' ji du baskan ve dest pê kir. Baskekî wê ji bajarokê Silûkê yê li başûrê Girê Spî, baskê din jî ji başûrê Eyn Îsa dest pê kir. Her du baskên operasyonê wê gundên li derdorê rizgar bikin û li cihekî bigihêjin hev.

Ji bo şopandina operasyonê ev demeke em li herêmê ne. Weke komek ji rojnamevanan em ji Kobanê bi rê dikevin û berê xwe didin herêma operasyon jê dest pê bike.

Cihê em xwe digihînin bajarokê Eyn Îsa yê li başûrê Til Ebyad (Girê Spî) ye. Di navbera vir û gundên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin de bi qasî 5 kîlometre heye. Bajarok di kontrola hêzên YPG'ê de ye. Herêm weke 'Qada Leşkerî' hatiye ragihandin. Bi rîsk û mayînkirî tê binavkirin.

Operasyona 'Xezeba Firatê' ji du baskan ve dest pê kir. Baskekî wê ji bajarokê Silûkê yê li başûrê Girê Spî, baskê din jî ji başûrê Eyn Îsa dest pê kir. Her du baskên operasyonê wê gundên li derdorê rizgar bikin û li cihekî bigihêjin hev.

Dema me xwe gihand nuqteya operasyonê ya li başûrê Eyn Îsa, şervanên Kurd û Ereb li hev civiya bûn. Fermandarên operasyonê, taktîk û plan ji şervanan re radigihînin. Di nava şervanan de gelek Reqayî hene. Şervanên ku malbatên wan dîl hatine girtin, hatine revandin hene. Bi taybetî şervanên Kurd ên ji Reqayê gelekî bi coş in. Dixwazin demek ji ya din zûtir bajarê xwe rizgar bikin. Ji bo şer wê niha bi rê bikevin.

Nuqteya em lê ne, nuqteya dawî ya YPG û Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Ji bo hêzên operasyonê ji pêşber ve neyên dîtin, mertalek hatiye avakirin. Ji derdorê dengekî zêde yê hawanan tê. Şervanên YPG'ê yên li derdorê dibêjin, divê em ji hev belav bûn û xetereye ku pêşber ve bên dîtin. Em jî li gorî van hişyariyan tevdigerin. Lê belê piştî demekê, ji ber meraqê em diçin li cihekî bilind rûdinên. Şervanek me hişyar dike û dibêje 'hûn li qada mayinkirî ne, ji wir dakevin'.

Li nuqteya ku operasyonê lê dest pê bike, piştî demekê hin leşkerên Amerîkî tên. Amerîkî bi giranî ji bo îstîxbarata hewayî li vir in. Ji yekî ji wan dipirsim ku 'hûn çend leşker li vir in?' leşkerekî Amerîkî dibêje, 'ez hejmarê nizanim, lê em tevlî şer nabin, bi tenê ji bo organîzekirina êrîşên hewayî em li vir in'. Fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ji bo êrîşên hewayî koordînatan didin leşkerên Amerîkî. Balafirên DYA jî li gorî van koordînatan êrîşa hewayî dikin. Balafir carna li koordînatên tên dayîn naxin. Li herêma operasyonê komek ji leşkerên Îngilîz jî hene. Îngilîz û DYA'yî bi hev re dixebitin.

Fermandara hêza operasyonê ya li eniya Eyn Îsa Rojda Felat a YPJ'yî ye. Rayedarekî leşkerî yê Amerîkî bi Rojda Felat re hevdîtinê dike û li ser operasyonê agahiyê digire. Piştre balafireke biçûk a keşfê dîmenên derdorê dikişîne. Piştre bi hawanan li hin nuqteyan tê xistin. Bi qasî em dibînin, ji çeperên DAIŞ'ê tevgerek xuya nake. Lê belê şervan ji ber xeteriya hawan, mayîn û sûîqestê, timî rojnamevanan hişyar dikin.

Em li bendê bûn ku êrîşeke qelebalix were kirin, lê fermandar taktîkeke din dixin dewrê. Di destpêkê de rê û rêbazên kontrolkirina qada 5 kîlometreyî ya navbera wan û DAIŞ'ê de plan dikin.

Ev erd rast e, çol e. Darek jî lê nîne. Ya tê dîtin jî, gundên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin e. Sê şervan ji cem me diçin û berê xwe didin çeperên DAIŞ'ê. Şervan bi rêzekê bi navbera 20 metreyan diçin û li nuqeyeke ji 1,5 kîlometreyî disekinin. Piştre greyder ji rêya şervan diçin derbas dibe û li heman cihî dest bi kar dike. Piştî demekê wesayîteke bi doçka barkirî di ehman rê de diçe û herêmê dorpêç dike. Piştre komeke din a ji 5 şervanan diçe. Doçka li çeperên DAIŞ'ê yên bi 3 kîlometreyan dûr e, dide. Di vê navberê de komek ji pisporên teqemeniyan, ji bo herêmê ji mayînan paqij bike, dikeve nava tevgerê. Piştî demekê şervanên din dikevin nava tevgerê û gundê Wehîd ê bi 5 kîlometreyan li başûrê Eyn Îsa ye dorpêç dikin û şer dest pê dike.

Ev der bi 48 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Reqayê ye. Nexşeya berfireh a herêmê di destê fermandarên operasyonê de ye. Li se Ipadê agahiyên berfireh digire, koordînatan didin û rêyên şervan jê derbas bibin, diyar dikin.

Qonaxa destpêkê ya oeprasyonê paqijkirina bi dehan gundên li vê herêmê ye. Piştre jî ji aliyê bakur ve dorpêçkirina Reqayê. Rayedar dibêjin, operasyon wê di demeke kurt de neqede, lê wê li demeke dirêj jî belav nebe.

Encamên siyasî û leşkerî yên operasyona Xezeba Firatê wê gelekî girîng bin. Tirkiyeyê dixwest tevlî vê operasyonê bibe û pêşî li tevlîbûna hêzên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bigire. Armanca Tirkiyeyê ya di vir de sekinandina hêzên Rojava bû. Eger Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê û Rojava di operasyonê de cih negirtibûna, wê dewleta Tirk gihîştibûya armanca xwe û leşkerên xwe sewq bikira. Lê pêşî li plana Tirkiyeyê hat girtin. Yanî Xezeba Firatê li operasyona 'Mertala Firatê' ket û ji aliyê stratejîk ve operasyona Tirkiyeyê têk çû.

Rayedarên DYA'yî beriya niha bi demeke kurt hatin Rojava û li ser operasyonê hin danûstandin kirin. Beriya du hefteyan nûnerê Obama Brett McGûrck tevlî vê hevdîtinê bû. Hêzên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, weke hêza siyasî dixwazin li Sûriyeyê werin naskirin. Operasyona Reqayê wê ne tenê ji aliyê leşkerî ve bike ku pêşî li naskirina siyasî ya Hêzên Rojava-Bakurê Sûriyeyê veke. Pêşketinên li her du qadan wê bi rengekî senkronîze dewam bike. Lewma operasyona Reqaye ne tenê jli aliyê leşkerî ve dikare weke pêngaveke siyasî jî bê nirxandin. Tê payîn ev operasyona ku çarenûsa Sûriyeyê diyar bike, di sala pêş de jî bidome.

Nûçegihanên ANF'ê Sînan Denîz û Mahîr Yilmazkaya, ANHA, Ronahî TV û radyoyên herêmî yên li Rojava li eniya herî pêş operasyonê dişopînin.

...