Ciwanê bi navê Nûrhak Çartay (18) di 17'ê tîrmehê de li Amedê bi hinceta guh neda hişyariya polîsan ya "rawaste" hate gulebarankirin û bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Li Semta Balikçilarbaşi-Melîkahmet ya navçeya Surê ya Amedê polîsan di 17'ê tîrmehê de bi hinceta ciwanê bi navê Nûrhak Çartay yê 18 salî guh nedaye hişyariya "raweste" gulebaran kirin û bi giranî birîndar kiribûn. Çartayê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê 8 roje dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Hate hînbûn ku Çartay ketibû komayê û ligel hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku Çartay dê li Goristana Şehîdlikê bê definkirin.
MALBATÊ BI RIYA ÎHD'Ê SERLÊDANA SÛC KIRIBÛ
Malbata Çartay serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dabûn û alîkarî xwestibûn. Di serlêdanê de daxuyanîyekî jî dabûn çapemeniyê û xizmên Çartay li wir axivîbûn.
QÊRÎNA 'MIN LÊDA' MIN LI TERORÎSTEKÎ DA'!
Xwîşka Nurhak Çartay Sîtem Çartay (24) jî diyar kir ku, şahidên bûyerê gotin polîs ji ber şerê malbatê li wir bûn û dema ku wesayît derbaz bû polîsan xwest ku wesayîtê rawastinîn. Çartay anî ziman ku dikarin ji dîmenên kamerayên mobeseyê yên li cihê bûyerê fêde bigirin.
BERÊ XWE BIDIN DOZGERÊ SERLÊDANA SÛC LÊ KIRIN!
Çartay bilêv kir ku, têkildarî mijarê de bi riya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kirin û dozger ji wan re wiha got: "Çi karê birayê te wê demjimêrê li wir heye. Polîsan ew weke terorîst hesibandin gule berdan hewayî. Berê li wir 2 polîsên hevalên me ji aliyê terorîstan ve hatibûn şehîdkirin" Çartay da zanîn ku ew dê bûyer bernedin.