Îsal beriya ku Newroz bê pîrozkirin çapemeniya alîgir di serî de TRT û ajansa nûçeyan a Cîhanê derewa ‘Sê wesayîtên bi çek ku dê li dijî girseyê bihata bikaranîn hate girtin’ şûnde îro dîsa Ajansa Nûçeyan Cîhanê îdia kir ku li bajar gelek çek hatine girtin û çekên hatine girtin li dijî girseya mîtînga ku dê li Amedê pêk were, dihat bikaranîn. Cîhanê, ku aliyê rast yê vê nûçeyê nîne servîs kir.
Weşanên provokatîf û derveyî ahlaqê ya çapemeniya alîgir a li dijî kurdan didome. Di Newrozêde gelek nûçeyên derew ku dihat gotin ku wesayîta bi çek hatiye tije kirin û ji aliyê polîsan ve hatiye girtin, hatin weşandin. Îro jî dîsa ajansa nûçeyan a Cîhanê îda kir ku li Amedê di serdegirtina malan de lgelek çek, cebilxane hatine desteserkirin.
Rejîma AKP’ê ji bo ku di serî de kurdan û hemû civakê bê deng bike nûçeya ku serwîs kiribû wiha ye: “Hate hînbûn ku çekan dê sibê bişînin navenda Amedê. Ev çek dihatin plankirin ku dê piştî mîtîngê ji bo ku gelê sivîl bînin hemberî hev dê bihatana bikaranîn. Tahkîkata der barê mijarê de didome.”