Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bîranîn
Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Bonn û li bajarê Hollanda Amsterdamê civînên bîranînê hatin lidarxistin.
Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Bonn û li bajarê Hollanda Amsterdamê civînên bîranînê hatin lidarxistin.
Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Bonn û li bajarê Hollanda Amsterdamê civînên bîranînê hatin lidarxistin.
SÊ JINÊN ŞOREŞGER ÊN KURD ÊN LI PARÎSÊ HATIN QETILKIRIN, LI BONNÊ HATIN BÎRANÎN
Li bajarê Elmanya Bonnê, ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, ji aliyê Navenda Jinê ya Sara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve bi civîneke hevpar hatin bîranîn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, sînevîzyona li ser portreya sê jinên şoreşger hat nîşandan.
Berdevka Meclîsa Jinê ya Sara di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku aşkerenekirin Komkujiya Parîsê û cezanekirina kujeran, tiştekî bê fêmkirin nîne û bal kişand ser têkiliyên tarî yên di navbera dewletan de.
Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Dayika Rojîn jî got, "Li Kurdistanê ji her nifşî şehîdên me hene. Ev yek tê wateya berdêleke gelekî giran. Lê belê em dibîn ku di berdêla dayîna vî berdêlî de encam tên bidestxistin."
Siyasetmedarê Kurd Yilmaz Kobanê jî bal kişand ser têkoşîna mafdar a gelê Kurd û got, "Di demeke ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirn de Kurd êdî yek ji girîngtrîn aktoran û hêzeke stratejîk e."
Yilmaz Kobanê diyar kir ku gelê Kurd çawa ku li Rojavayê Kurdistanê çeteyên dewleta Tirk bi berxwedana xwe re têk bir, ew ê li Bakurê Kurdistanê jî pêkanînên zalim ên dewleta Tirk beralî bike û ji sedî sed bi ser bikeve."
AMSTERDAM
Li paytexta Hollanda Amsterdamê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hati bîranîn. Merasîma bîranînê ya ji aliyê Navendên Civaka Demokratîk ên Amsterdam û Amsfortê ve hatin organîzekirin, bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Di bîranînê de xwişka Cansiz Ferîde, dotmama wê Nûrcan Yildirim û siyasetmedara Kurd Fatma Dîkmen axivîn.
Yildirim di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser berxwedêriya Sakîne Cansiz û destnîşan kir, ku yên îro li Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û her devera Kurdistanê têdikoşin, li ser xeta Sakîne dimeşin.
Di merasîma bîranînê de sînevîzyone li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz hat nîşandan.
Tevî axaftinan, helbestvan Mehmet Çetîn helbestên xwe yên bi zaravayê Zazakî ji bo Sakîne Cansiz nivîsandî xwend. Her wiha helbestvan Alî Gumuş, Kadîr Buyukkaya, Sevda Kûran, Zarîfe Çalişkan, jî helbestên xwe pêşkêş kir. Merasîma bîranînê bi stranên Ozan Sewuse, Ozan Îsmaîl û Koma Senûr bidawî bû.