Canîp Yildirim wefat kir

Ji endamên berê yên TÎP'ê, ji ber sûcên Doza 49'an, hevrêyê Mûsa Anter û Apê Canîp (Yildirim) ê siyaseta nifşê nû yê Kurd, di 90 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Ji endamên berê yên TÎP'ê, ji ber sûcên Doza 49'an, hevrêyê Mûsa Anter û Apê Canîp (Yildirim) ê siyaseta nifşê nû yê Kurd, di 90 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Ji zanayên tevgera Kurd Canîp Yildirim di 90 saliya xwe de li Enqereyê wefat kir. Yildirim ê di sala 1925'an de li navçeya Amed Liceyê ji dayik bû, pêr ji ber extiyariyê rakirin Nexweşxaneya Guvenê. Ji ber komaya şekir Yildirim li vê derê jiyana xwe ji dest da.

Yildirim ê ku tevî emrê xwe yê dirêj ti carî ji têkoşînê venegeriya, di salên ciwantiyê de dest bi têkoşînê kir. Yildirim tevahiya emrê xwe bi têkoşîna Kurd re derbas kir.

Tevî ku ji malbata Arîstokrat bû, di temenekî ciwantiyê de dest bi têkoşîna wekhevî û azadiyê kir. Yildirim ê ku perwerdeya xwe ya hiqûqê li Parîsê temam kir, tevî ku derfetên xwe yên mayîna li derveyî welat hebû jî, ji bo têkoşînê vegeriya Tirkiyeyê.

Yildirim ê ku hemû darbe dît, ji îsyanên Kurd Agirî, Dêrsim û Şêx Seîd re şahidî kir. Piştî darbeya 27'ê Gulanê hat girtin û li girtîgehê tevlî pêvajoya damezrandina Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) bû. Têgîna 'Welatiyên Kurd û Ereb jî welatiyên sereke ne' ya di bernameya vê partiyê de cih girt, ji bo wî têrker bû, ku di nav de têbikoş e. 

Canîp Yildirim salên dawî yên emrê xwe, bisiyaset û xebatên çandî derbas kir. Ji bo Yildirim yek ji adresên girîng ên li Enqereyê KURD-DER bû. Li vê derê tevlî hemû çalakiyan dibû û tecrûbeyên xwe vedigot. Di hemû axaftinên xwe de jî digot, "Em ji ku hatine ku. Kurdên ku berê nikarîbûn xwe vebêjin, îro di roja cîhanê de ne, siyaseta Enqereyê diyar dikin, li Rojhilata Navîn bûne yek ji hêzên mezin. Ev hemû jî ji aliyê Apo ve hat kirin." Yildirim bi van gotinan re heyraniya xwe ya ji bo PKK'ê û Rêberê wê dianî ziman.

Kurê Yildirim Şahabettîn Yildirim diyar kir ku bavê wê gelekî bi kêfxweşî têkoşiya û bi heman rengî emrê wî bi dawî bû.

Ji bo Yildirim wê sibe li Mizgefta Kocatepe merasîmek bê lidarxistin û cenaze piştre li Goristana Karşiyakayê bê veşartin.