Canîp Yildirim ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Merasîma cenazeyê Canîp Yildirim, gelek rengên siyaseta Kurd anî cem hev. Hevalên Yildirim ên kevn û hevrêyên wî jî di merasîmê de cihê xwe girtin.

Canîp Yildirim ê Bersûcê Doza 49’an û hevrêyê Apê Mûsa, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Merasîma cenazeyê Canîp Yildirim, gelek rengên siyaseta Kurd anî cem hev. Hevalên Yildirim ên kevn û hevrêyên wî jî di merasîmê de cihê xwe girtin.

Canîp Yildirim ku pêşketina tevgera Kurd bi gotina xwe ya navbera 'ji ku ve ber bi ku ve' pênase dikir û şahidê zindî yê têkoşîna demokrasiya 90 salan a li Tirkiyeyê bû, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Merasîma cenazeyê Yildirim ê di 90 salî de jiyana xwe ji dest da, di Mizgefta Kocatepe de gelek rengên siyaseta Kurd anî cem hev. Nûnerên siyaseta Kurd ên wek HDP, DBP, HAK-PAR, KADEP tevlî merasîmê bûn, her wiha ji hevrêyên wî yên têkoşînê Talat Înanç û Nacî Kûtlay, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan, Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik, Wekîlî Hevserokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, Parlamenterê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Wezîrê berê yê Karên Hundir Hîkmet Çetîn û Parlamenterê berê Hamît Geylanî jî di merasîmê de cihê xwe girtin.

Koma qerebalix dema Canîp ber bi rêwîtiya dawî oxir dikirin, hevrêyên wî yê Doza 49’an Nacî Kûtlay got ku vegotin ji bo Canîp Yildirim wê kêm bimînin. Kûtlay, Yildirim bi nasnameya “hem arîstokrat hem jî têkoşer” pênase kir û got yek ji mirovên “yekta yê her pêvajoyê têkoşîna Kurd kiriye yek e.”

Wekîlî Hevserokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken jî ji bo Yildirim wiha got: “Di her kêliya jiyana xwe de ji ber nasnameya xwe ya têkoşer rastî zextan hat. Hema hem adi tevahî pêvajoyan de hem bû maxdûrê zextan hem jî bersûc. Tevî giştî zextan jî ji rastiyên xwe paş de gav navêt. Ji aliyê tevgera siyasî ya Kurd ve ji pêvajoyên HEP, DEP’ê heta HDP’ê, di tevahî qedemeyên kevneşopiya siyasî de xwedî tevkariyên cîdî ne. Bi xwe tijî enejiya pozîtîf bû. Hem dizanîbû bikeniya hem jî bi vê motîve dikir. Em niha êşa windahiya wî dikşînin. Digot ji aliyê azadiya gelê Kurd û azadiya Tirkiyeyê em hatine asteke ku biçûk divê neyê dîtin û divê em ti carî bêhêvî nebin. Di pêvajoyek wiha ku em her roj bi nûçeyên bi êş dihejin de, em dibînin ku bê axaftinê Birayê Canîp çiqasî bi nirx in. Bila serê malbata wî û gelê Kurd sax be. Em soz didin ku em ê îdealên wî bi cih bînin. Dema destpêkê li Enqereyê Newrozê dibîne, hevalan got gelekî hêstiyar dibe. Em bi demokratîkkirina Tirkiyeyê û azadkirina gelê Kurd ve dixwazin deynê wî bidinê.”

Piştî merasîmê, cenazeya Yildirim ji bo bispêrin axê ber bi Goristana Karşiyaka hate birin.