Çalakiyên Pênçşema Reş di hefteya 122’emîn de ye

Çalakiyên Pênçşema Reş di hefteya 122’emîn de ye

Di çarçoveya çalakiyên Pencşema Reş de li Peyas, Qoser, Dêrik, Pirsûs, Wêranşar û Êlihê daxuyanî hatin dayîn û çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin. Di çalakiyên Pencşema Reş de daxuyaniya Erdogan a "Zimanê kurdî dê bibe zimanî hilbijarî" û wiha gotin: "Zimanî kurdî nabe dersa hilbijarî, divê bibe zimanê perwerdehiyê yê esasî."

Li Amedê ji bo şaredarê Peyasê û siyasetmedarên girtî serê sibê di hefteyae 122'an de dîsa li ber avahiya Şaredariyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Vê carê personel û nûnerên zaziyên sivîl ên civaki serê sibê çalakî pêk anîn û pankarta "Zimanê me rumeta me ye" vekirin.

Di çalakiyê de Serokê Tum-Bel Senê Medeni Alpkaya, anî ziman ku hilbijêrên gel 3 sal in rehîn hatine girtin û li gel vê yekê operasyonên siyasî û leşkerî bê navber berdewam dikin. Alpkaya da zanîn ku helwesta hikûmetê ya neçareseriya pirsgirêka kurd berdewam dike û wiha got: "Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin."

Pişt re li ser konteynira çopê nivîsa "faşizm" nivisandin û recim kirin. Komê bi hevre kevr avêt konteynira faşîzmê û şermezar kirin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku demek dirêj e navber dabûn çalakiya Pencşema Reş dîsa çalakiyên xwe berdewan kirin. Endamên Meclîsa şaredariyê, personelên şaredariyê û rêveberên BDP'ê amade bûn. Komê di çalakiya li ber şaredariyê pêk anîn de pankarta "Em şaredarê xwe dixwazin" vekirin û girtina şaredariyan şermezar kir.

Li navçeya Wêranşarê jî bi heman armancê endam û rêveberên BDP'ê û personelên şaredariyê li ber avahiya Şaredariyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Li vir jî helwesta Erdogan a li ser zimanê kurdî hate şermezar kirin û xwestin zimanê kurdî bibe zimanê fermî.

Li navçeya Qoserê û Dêrikê jî li ber avahiyên şaredariyê çalakî hatin lidarxistin. Li vir jî endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û personelên şaredariyê amade bûn.

Li Êlihê jî koma li ber avahiya Şaredariyê kom bû çalakî pêk anîn. Li vir jî wekîlên şaredar, endamên meclîsê û personelên şaredariyê amade bûn. Di çalakyê de pankarta "Vîna me hêj girtî ye" vekirin û xwestin şaredar û siyasetmedarên kurd serbest bên berdan. Endamê meclîsa BDP'ê Mehmet Demîr, diyar kir ku li Tirkiyeyê 45 parêzer, 9 parlementer 36 şaredar û 8 hezar siyasetmedarên kurd hatine girtin û ev mînak li tu terê cîhanê tune. Demîr, anî ziman ku ev komkujiya siyasî ye. Komê piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anî.