Çalakiyên gerîlayan zêde dibin: 2 polîs hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayan zêde dibin: 2 polîs hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya der barê çalakiyên gerîlayên HPG’ê de da de diyar kir ku gerîlayan li gelek cihan çalakiyên kontrolkirina nasnameyan pêk anîne û di çalakiya li navenda Wanê pêk hat de 2 polîs hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dencama çalakiya gerîlayan a li navenda Wanê de herî kêm 2 polîs hatine kuştin û hat ragihandin ku li ser rêya Dêrsim-Erzîganê 150 wesayît hatine raswestandin, nasnameyên wan hatine kontrolkirin.

LI WANÊ 2 POLÎS HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di 2'ê Tîrmehê de di saet 21.30'an de li navenda Wanê li dijî polîsên rê kontrol dikin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 polîs hatin kuştin, polîsek jî birîndar bûye.”

LI GEVERÊ NASNAME HATIN KONTROLKIRIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 5'ê Tîrmehê de di navbera saet 11.00-18.00an de di navbera navçeya Gevera Colemergê û Geliyê Doskî ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Ji gelên wesayitên hate rawestan din re di derbarê pêvajoyê û pêşketinên leşkerî hatiye ragihandin, herweha nasname hatiye kontrolkirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 6'ê Tîrmehê de di navbera saet 17.00-19.30'an de li navbera navçeya Gevera Colemergê û Oramarê i aliyê gerîlayên me ve YJAStarê çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Wesayitên hatiye rawestandin nasname hatiye kontrolkirin, herweha di derbarê pêvajoyê de gel hatiiye agahdarkirin.”

150 WESAYÎT HATIN RAWESTANDIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a li ser rêya Dêrsim-Erzînganê de agahî da û got; “Di 6'ê Tîrmehê de di navbera saet 18.00-21.00'an de di navbera Dersim Erzinganê de li herêma Rojnek ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Nasnameyên kesên di 150 wesayitên hate rawestan din de hatiye kontrolkirin herweha 4 tirkên li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dike hatiye rûxandin. Di 7'ê Tîrmehê de di saet 07.30'an de li dijî herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê operasyonek hatiye destpêkirin . Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”

JI GERÎLAYÊN YJA-STAR ÇALAKÎ

HPG’ê diyar kir ku di 6'ê Tîrmehê de li ser riya Dersim Erzinganê li nêzî Pira Şeytan li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên YJAStarê çalakiyek hatiye lidarxistin û der barê çalakiyê de ev agahî da; “Di encama çalakiya li dijî karwaneke leşkerî hate lidarxistin de wesayiteke daggeyigi hatiye rûxandin yek jê jî hatiye derbekirin. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin pişt re kuştî û birîndarê xwe bi piştgiriya wesayitên zirxî bi wesayitên sivîl ji herêmê dûr xistiye.”

OPERASYON DÝDOME

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 6'ê Tîrmehê de navçeya Pulura Dersimê li dijî herêmên Gokmeydan û Zarikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon danê êvarî paş de vekişiyaye.”