Çalakiyên gerîla dewam dikin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star de 5 leşker û serkomîserke hate kuştin, skorskiyek jî hate derbkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla û şer daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

DERSÎM

“1’ê Hezîranê hêzên gerîlayên me li dijî leşkerên artêşa TC ên li Girê Dokûz ê girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê çalakiya sûîqestê li dar xistin.

1’ê Hezîranê saet 20.30’an artêşa TC bi yekîneyên xwe yên veşartî ve li qada Şehîd Mîzgîn a Bedlîsê dest bi operasyonekê kiriye.

1’ê Hezîranê saet 16.30’an hêzên gerîlayên me li hember yekîneyek veşartî ya artêşa TC ku xwe li nêzî gundên Lolan, Kaner û Korû yên girêdayî navçeya Xozat a Dersîmê bi cih kiribûn, çalakî li dar xistin. Ji leşkerên ku bûn hedefên çekên ferdî û navîn, 2 mirin. Piştî çalakiyê, leşkeran miriyên xwe bi helîkopterên Skorsky rakirin, danê êvarî jî ji qadê vekişiyan.

ÇEWLIK

2’yê Hezîranê saet 08.00’an artêşa TC li mintiqa Barav a girêdayî qada Şevdîn a Çewlikê dest bi operasyonekê kiriye. Di operasyonê de helîkoptera Kobra li qadê da, helîkopterên Skorsky jî leşker danîn. Operasyon hê jî didome.

SÊRT

 31’ê Gulanê saet 18.30’an hêzên hêzên gerîlayên me li qada Garisa ya Sêrtê li derdora gundê Ebûbekîrê li dijî helîkopterek Skorsky bi çekên ferdî çalakî li dar xistin û helîkopter derb kirin. Helîkoptera derbxwarî daket qereqola Şûxa.

ŞIRNEX

1’ê Hezîranê di navbera gundên Hêdilê û Serêgir ên girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê yekîneyek me û leşker hevrû hatine, şer qewîmiye. Li vir serkomîserek û çawîşekî pispor hatin kuştin, hevalên me Nûrhak û Hasan bi şerekî lehengî şehîd ketine.

1’ê Hezîranê saet 11.00’an hêzên gerîlayên me li hember artêşa TC ya li derdora qada Şehîd Kendal a li xeta sînorê navçeya Qileban a Şirnexê bi hewan û çekên sûîqestê çalakî li dar xistine. Di çalakiyê de qasî ku tê zanîn leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê, qereqolên Sînek, Maymûn û Vacîp, mintiqa Deriyê Dawetiya û Girê Nêriya bi obusan bombe kirine.

COLEMÊRG

1’ê Hezîranê saet 14.30’an hêzên gerîlayên me bi çekên giran li kepçeyên artêşa TC ên ku li derdora girê Genîş ê li bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrgê rê çêdikirin dan.

30’ê Gulanê saet 16.00’an hêzên gerîlayên bi çekên giran li leşkerên ku li derdora girê Genîş malzeme bar dikirin dan. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

BALAFIRAN LI METÎNA Û HEFTANÎNÊ DAN

2’yê Hezîranê saet 03.00-04.30’an balafirên şer ên artêşa TC li mintiqa girê Zendûra û Tepê Ortê yên girêdayî herêma Metîna ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dan.

1’ê Hezîranê saet 16.30’an balafirên şer ên artêşa TC mintiqa Dola Şehîd Ayhan û Dola Şivameze yên girêdayî herêma Heftanînê bombe kirin.

LI DIJÎ BESTA ÊRÎŞA BI HEWANAN

1’ê Hezîranê saet 10.00-22.00’an qereqola Çelê Nimêja ya girêdayî Şirnexê, qada Besta Meryemê ya girêdayî Bestayê bi hewanan bombe kir. Di encama bombekirinê de agirê ku bi eraziyê girt, dewam dike.”

NASNAMEYÊN 2 GERÎLAYAN

Nasnameyên 2 gerîlayan wiha ne:

Nasnav: Nûrhak Diyar
Nav û Paşnav: Kamîl Malgaz
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik-Bav: Fadîle - Huseyin
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Hezîrana 2016’an /Şirnex

***

Nasnav: Hasan
Nav û Paşnav: Fûat Kasbaş
Cihê Jidayikbûnê: -
Navê Dayik-Bav: -
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Hezîrana 2016’an /Şirnex

...